Hevpeymana Navdewletî 22 êrişên ezmanî li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê û Êraqê pêk anî.
Artêşa Emerîka duh yekşemê 16/8/2015 diyar kir ku Emerîka û hevalbendên wê di 24 demjimêran de 22 êrişên ezmanî li navendên çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê û Êraqê pêk anîne.
Daxuyaniya Hêza Operasyonan a Hevbeş got ku 3 êrişên ezmanî nêzî Hesekê pêk hatine, di encamê de yekîney û navend û mewziyên DAIŞ`ê hatin îmhakirin, li Helebê jî êrişek pêk hat yekîneyeke din ya DAIŞ kire encamp. Li nêzî Kobanê jî di êrişekê de 3 navend bûn encamp.
Li gor daxuyaniyê bi hevkariya hikûmeta Êraqê 15 êriş li herêmên Bêjî, Felûca, Mûsil, Remadî û Şengalê pêk hatine.
PUKmedia