Peymangeha rewişt û teknolojiya gîhandinê ya Emerîkî IEET di raporteke xwe de ku li ser malpera xwe belav kiriye têde diyar kiriye ku rola serkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di derketina rêxistina terorîstî DAIŞ de heye û bal kişandiye ku Erdogan ji DAIŞ xetertire
Di raporê de hatiye ku Tirkiyê bi aşkirayî piştgîriya grupên tundrew ên mîna Ehrar Şam û Cebhet El Nusra ên ser bi Qaîdê kiriye û ev grup jî li ba Emerîka û Ewrupayê qedexe ne.
Peymangeha Emerîkî di rapora xwe de dibêje ku Erdogan rê daye navbeynkarên Tirk ku alîkariya terorîstan bikin daku petrola xwe ji Sûriyê û Îraqê bi qaçaxî bifroşin.
Li gorî raportê eger Erdogan nebûya niha rêxistineketerorîstî mîna DAIŞ li ser nexşeyê nebû. Her weha piştî ku ev rêxistin bû xwedî pere û çek, Erdogan biryara lêdana DAIŞ dide lê diyare ku armanca Erdogan ne DAIŞ`e belku armanca wî Kurd in.
Rapor balê dikşîne ku bapîrên Erdogan berya sed salî Ermenî qirkirin û niha poşmane ku Kurd jî weku Ermeniyan nehatine qirkirinê.
Rapor rexne di xistina aliyê ku 0ji bo serxwebûna Kurd li nava Tirkiyê (Partiya Karkerên Kurdistanê PKK) di lîsteya terorê de ji aliyê Emerîka û Ewrupa dike û piştevaniya wan bo serxwebûnê dike bi taybetî ku Kurd li Tirkiyê û Sûriyê û Îraqê belav in.
Bi dîtina raportê bêşansiya Erdogane ku Kurd li Sûriyê îspatkirine ku take hêza aktîvin di şerê li dijî rêjîma Beşar Esed û rêxistina DAIŞ li Sûriyê û li navçeyên Kurdî li Sûriyê bûne defekto û li jêr kontrola Partiya Yekîtiya Demokrat PYD û Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê de ye.
Rapor weha hatiye bidawî kirin ku rêxistina DAIŞ gelekî metirsîdartire lê diyar dibe ku Erdogan ji DAIŞ metirsîdartire. Teqez li wê yekê jî hatiye kirin ku divê Partiya PKK ji lîsteya terorê ya Emerîka û Ewrupayê bê derxistin û ew li dijî faşîzma îslamî ya Erdogan bêne biçek kirinê.
Xendan