“Hate ragehandin ku duh 40 termên penaberan ku dixwestin deryaya navîn derbas bikin ta ku bighêjin peravên dewletên ewropî, herwiha 312 penaber hatin rizgarkirin” Ev agahî ji aliyê hêzên deryaya Italî ve hatin eşkerkirin, ta niha tu agahiyên nû li ser van penaberan nehtine diyar kirin, ne navên wan ne jî nijada wan. Rêxistina navdewletî ya penaberan (IOMC) got ku bêtirî 2300 mirovî di vê salê tenê de jiyana xwe ji dest dan e, wan dixwest ku deryaya sipî ya navîn derbas bikin ta ku bighêjin peravên dewletên ewropî, herwiha hêzên deryayî yên Yûnanê ragehandin ku 1000 penaber rojane dighêjin peravên Yûnanê.
Li gorî gumankirinên (IOMC) rêxistina navdewletî ya penaberan hejmara wan penaberan wê bighê 250,000 mirovî di dawiya vê heyvê de.
Jêder: Ajansa CNN ya Emerîkî
Wergirandin : Bûyerpress