Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ`ê ji gundên bakurê Helebê 67 welatiyên Kurd revandine ji bo wan wekî mertal di şer de bi kar bîne.
Li gorî ajansa ANHA`yê DAIŞ 2 roj berê 50 welatiyên kurd ji gundê Şedûd revandin û birin cihekî ne diyar. Çavkaniyan ji ajansê re her wiha gotin ku çeteyan 12 kurdên din ji gundê Şêx Herac a li 21 kîlometreyan rojavayê bajarê Babê dikeve, revandine.
Di nûçeya ANHA`yl de hate gotin ku navên welatiyên hatine revandin wiha ne: “Mihemed Hemo, Hecî Hemo, Feyad Hemo, Ebdo Feyad, Mustefa Keco, Ehmed Hecî Muslim, Subheî Beko, Mehmûd Hecî Muslim, Mihemed Erebo, Ziyan Erebo, Mihemed Beko û Xelîl Bozan Beşîr in.”
Wekî hate zanîn jî çeteyên DAIŞ ji gundê Qebasîn ê 13 kîlometrî rojhilatê bajarê Babê welatiyên Kurd ên bi navê Hekîm Miho û Qedrî Hemo revandin, her wiha ji gundê Til Betal a 25 kîlometreyan rojavayê Babê dikeve 3 kurdên ku navê wan ne hate zanîn revandine.
PUKmedia