Piştî şer û pevçûnên dijwar di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên PKK îro 16/8/2015 danê siharê bajarê Gimgim (Varto) a ser bi parêzgeha Mûşê ya bakûrê Kurdistanê ketiye bin kontrola gerîllayên HPG’ê.
Li gor nûçeyeke ajansa DIHA`yê duh di saetên êvarê de li navçeya Gimgim a Mûşê gerîllayên HPG’ê êrîş biribûn ser Midûryeta Emniyetê û Qereqola Cenderme û pevçûn heya saetên sibehê berdewam kir.
Hate ragihandin ku li Gimgimê piştî rêyên ketin û derketina bajêr, caddeyên Gimgimê jî ketiye bin kontrola gerîllayên HPG’ê. Li Gimgimê polîs û leşker ji qereqolan nikarin derkevin.
Her weha li navenda sûkê û caddeyên mezin de jî xendek hatine kolandin û hemû bajêr ketiye bin kontrola gerîlayan. Li ser rêyên Mûş, Erzerom û Kanîreşê jî xendek hatine kolandin û li ser van rêyan jî kontrol hatiye pêşxistin.
Xendan