Piştî Agiriyê pêr li Mêrdînê duh bi şev jî li Amedê sivîlekî hat kuştin.
Walîtiya Mêrdînê bûyer wisa ragihand ‘Terorîstekî hat bêbandorkirin’ lê derket holê ku kesê ji aliyê tîmên taybet ve hatiye kuştin sivîlekî bi navê Havzullah Dogan e.
Li ser bûyerê DÎHA’yê nûçeyek bi vî rengî weşand: “Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê roja 11’ê tîrmehê li hemberî Avahiya Hikumetê seat derdora 21.30’an êrîşa bi roket û çekan pêk hatibû. Di encama êrîşê de yek jê bi giranî 3 polîs birîndar bibin û piştî bûyerê li ber nexweşxaneyê tîmên taybet êrîş li rojnamegeran kiribû û darb kiribûn. Walîtiya Mêrdînê rojek şûn de têkildarî bûyerê daxuyaniya, ‘Li hemberî Avahiya Hikumetê êrîşa bi çek û roket pêk hatiye. Di heman demê de bersiva êrîşê hat dayîn. Di pevçûnê de endamekî rêxistina terorê bêbandor hatiye kirin’ dabû. Lê Cenazeyê ji bo karên otopsiyê anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ji aliyê malbatê ve hat teşhîs kirin û derket holê ku kesê hatiye qetilkirin Havzullah Dogan ê 29 salî û bavê 3 zarokan e.” Malbata Dogan: Zarokê me înfaz kir Li gor nûçeyê Malbata Dogan diyar kir ku zarokê wan înfaz kirine. Li gorî vegotinên endamên malbatê di dema êrîşa li hemberî avahiya hikumetê ya li taxa Devrîm pêk hat de tîmên taybet li nava kolanê derdor gulebaran kirine û Dogan jî bûye hedefa guleyên wan. Malbatê got Dogan ê ku birîndar bûbû xwe sipartebû baxçeyê malekê lê tîmên taybet li vir Dogan înfaz kirin. Malbatê cenazeyê zarokê xwe li morgê teşhîs kir û di serê Dogan de şopa darpê û qontaxên çekan hebû. Bavê Dogan: Kurê min karkerêînşatê bû Bavê Dogan Mehmet Dogan diyar kir ku kurê wî sivîl bû û ji bo debara malbata xwe bike li înşatan dixebitî û wiha got: “Kurê min teqez ne PKK’yî bû. Kurê min bi awayekî eşkere hatiye înfazkirin.” Dogan daxuyaniya Walîtiyê derewand û wiha axivî: “Ez daxuyaniya walîtiyê şermezar dikim. Ez ji walî dipirsim heke kurê min PKK’yî ba dê li çiya ba.” Hevalên wî: Em bi hev re li înşatan dibexitîn Hevalê Dogan ê kar Halît Dogan jî diyar kir ku bi Dogan re 4 salin li karên înşatê de dixebite û wiha got: “Em bi hev re dixebitin û li cem me bû ustayê fayansê. Heke walî dibêje ‘PKK’î’ bû çima berî şer ew nedigirt. Çima niha bû PKK’yî. Ez wê fêm nakim. Mirov çawa di nava du rojan de dibe PKK’yî? Daxuyaniya Walîtiyê bi tememî derew e.” Hat zanîn ku du hefte berê polîsan bi ser mala Dogan de girtiye lê di dema serdagirtinê de Dogan ne li mal bû. Dogan li Midyadê hat definkirin Cenazeyê Dogan duh ji aliyê malbatê ve ji morga nexweşxaneya Amedê hat girtin û birin navçeya Midyadê ya Mêrdînêû li taxa Akçakaya hat definkirin. Parlementerên HDP’ê, rêveberên HDP û DBP’ê, hevşaredar û gelek kesên din tevlî merasîma cenaze bûn.
DiyarName