Wezîrê karê derve yê Amerîkayê Jon Kêrî, roja sêşemê 24ê hizîranê 2014an, gihişte herêma Kurdistanê û civînek bi serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kir.
Civîn li ofîsa serokwezîrê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bi amedebûna Nêçîrvan Barzanî, Nûşêrwan Mistefa, Berhem Salih, Qubad Talebanî û berpirsine herêma Kurdistanê bû.
Li gor ragihandinê Barzanî di vê civînê de ji Kêrî re da xuyakirin ku rewşeke nuh heye ku Îraqeke nuh diafirîne, Kêrî jî dixwest Mesûd Barzanî avakirina hikûmetekê li Îraqê bipejirîne di van rewşên hestiyar de ku Îraq tê re derbas dibe.
Wezîrê derve yê Emerîkayê li Bruksilê beşdarî civata wezîrên karê derve yên Natoyê dibe, di vê civatê de jî her du kirîzên Îraqê û Ukraniyayê mijarine sereke ne ji ber hêzên tudrew nêzîkî Bexdayê jî bûne.













































