Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya: dezgeheke rewşenbîrî, sivîl û serbixwe ye. Dûrî karê partîtî û siyasetê ye. Ne mêldarê tu rêxistina ye û ne jî karê xwe yê rewşenbîrî di bin baskê tu partî û rêxistinan de dike. Bi yek pîvanê rêzgirtin ji hemû rêxistin û partiyan re digre. Di kar, danûstendin û nerîna xwe de aza ye. Rêbaza wê kurdayetî, biratî, dostanî û mirovatiya gela ye. Rêzgirtina wê ji hemû nerîn, dîtin û baweriyan re heye. Weharenge, ew jî xwedî nerîn, dîtin û ramaneke azad û serbixwe ye. Xebata wê ji bo: ziman, dîrok, wêje, rewşenbîrî û folklora kurdî ye. Dûrî ezezîtî, nakokî, dixsokî,bêkarî, paşgotin, bedkarî, şerê xwekujî, kêsbazî, pergîrî û berberîtiyê ye.
Armanca wê ya sereke gotina xweş, karê qenc û ramana temîz e.