Balafirên Emerîka cara yekem êrişên xwe yên ezmanî ji bingeha Încirlikê ya başûrê Tirkiyê li dijî DAIŞ li Sûriyê pêk anî.
Kanala BBC diyar kir ku di çarçoveya êrişên Hevpeymana Navdewletî li dijî terorîstên DAIŞ`ê li Sûriyê, hêza ezmanî ya Deweleta Yekbûna Emerîkayê îro çarşemê 5/8/2015 êrişa xwe ya yekem ji bingeha Învirlik ya Tirkiyê li dijî baregehên DAIŞ li Sûriyê dest pê kir.
Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyê di meha borî de, piştî rêkeftinê bi Hevoeymanê re, rê da Emerîka ku bingeha Încirlikê ji bo êrişên li dijî DAIŞ li Sûriyê bi kar bîne.
PUKmedia