Samî Yûsif stranbêje pir bi nav û denge li hemû welatên cîhanê û bitaybet li welatên misilmanan, di ragîhandina Îranê de kesekê xweştivî û cihî giringîdanê bû, lê piştî belavkirina klîpa (yekem sirûda navbera ayînan) êdî hate qedexe kirin û nabe ji niha û pêda kilîbên wî li çi dezgehên ragîhandinê li Îranê bi hemû curên xwe ve belav bibin..
Hêjayê gotinê ku Samî Yûsif bi zimanên Îngilîzî, Farsî, Turkî, û Erebî stranên xwe dibêje, herwiha gelek heskerên wî li tevahiya cîhanî hene. .