li Bakurê Kurdistanê Polîsên tirk li Silopiya yê êrişên dijwar li dijî sivîlan kirin
Li gorî agahiyên Bakurê Kurdistanê ku Îro roja înê 7-8-2015`an, serê sibê li bajarê Silopî ya Bakurê Kurdistanê, ji ber xwepêşandana xelkên kurd, polîsên Tirkiyê dest bi êrişê kirin û di encamê de, pevçûn rûda û hejmarek şehîd û birîndar û mal şewtandin jî çêbû.
Li gorî ajansên herêmî ku di encama êrişên dijwar yên polîsê Tirkiyê mli dijî xelkê sivîl yên kurd li bajarê Silopî, de 3 şehîd û 20 birîndar ji gelê kurdin û 3 malên wan jî bi tevayî hatin şewtandin.
Li gorî ajansa firatê Hevşaredarê Silopiyayê Seyfettîn Aydemîr agahî da ajansa me (ANF) û piştrast kir ku di êrîşa polîsan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Aydemîr got, “Du cenazeyên me li nexweşxaneyê ne”. Aydemîr da xuyakirin ku jı her du taxan hînê dengê çekan tê û got, “Bi wekîlên xwe re em hewl didin biçin taxên pevçûn lê hene, lê em nikarin biçin. Segvan li ser banê xaniyan hatine bicihkirin. Jiyana kesî ne ewle ye.”
Li taxên din ên navçeyê jî, gel dicive û ber bi taxa Zapê ve dimeşe. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz, Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmek tevî bi hezaran welatiyan, ketin taxa pevçûn lê diqewime.
PUKmedia













































