gemiyeke penaberan ku 700 penaberên neyasayî tê de bûn, li nav Deryaya Sipî li nêzîkî Lîbyayê binger bû.
Li gor agahiyên destpêkê, tê çaverêkirin ku di encama vê bûyerê de gellek kes jiyana xwe ji dest dabin
Pasevanên deryayî yên Îrlendayê piştî belavbûna nûçeya bingerbûna wê gemiyê piştrast kir ku çend penaber di nava avê de xendiqîne û jiyana xwe ji dest dane.
Li gor aghaiyên ji medyayên cîhanê ve, heta niha hatiye piştrastkirin ku di encama bûyerê de 25 kes mirine û nêzîkî 400 kesên din jî ji aliyê tîmên hawarhatinê ve hatine rizgarkirin.
Ji destpêka îsal ve heta niha, jibilî bûyera îro, zêdetirî 2 hezar penaber ku bi rêyên neyasayî dixwastin xwe bigihînin Ewropayê, di nava axa Deryaya Sipî de xendqîne.
Ji welatên Afrîqa, Rojhilata Navîn û Asyayê gellek penaber birêyên neyasayî hewl didin xwe bigihînin welatên Ewropayê. Gellek ji wan bi rêya derya û hinek jî bi rêyên bejayî hewl didin xwe bigihînin Ewropayê, lê hejmareke zêde ji wan ji ber kevnbûna gemiyan di nava deryayê de dixendiqin û jiyana xwe ji dest didin.
Rûdaw