Şandek ji Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê doh li gel Serokê Herêma Kurdistnê Mesûd Barezanî li mesîfa Selahedîn civiya.
Cîgira Serokê ENKSê Fesle Yusif ji RojavaNews re ragehand li ser daxwaza serokê herêma kurdistanê Mesûd Barezanî ,şendek ji ENKSê gehişte Hewlêrê û di gel Serok Barzanî civiya.
Yûsif ku di civîna bi serok Barzanî beşdar bibû diyar kir ku ew şanda ENKSê bi serokatiya Ibrahîm Biro bû, Hejar Hesen Sekertêrê yekîtiya xwendevan û ciwanên Demuqratî- rojava, Ehmed Sîno nûnerê partiya Demuqrata kurd li sûriyê (alpartî)û Xelîl Husam pêk dihat.
Herweha Yûsif dazanîn ku serok Barzanî tekezî li ser yekrêziya mala Kurdî li Kurdistana Sûriyê kir ji bo rû bi rûbûna êrîşên hovane yên girûpên terorîstî yê bi nave DAIŞê li dijî gelê Kurd , ji aliyê xwe ve şanda ENKSê ji Serok Barzanî re rewşa niha ya kurdistana Sûriyê têra derbasdibe û girtina berdewam ya ku çekdarên PYDê derheqê çalekvan û siyaset medarên Kurd dike diyar kir.
RojavaNews