Di tîrmeha 2015an de, Matthias Mitman bû konsolê giştî yê Emerîka li Herêma Kurdistanê.
Mitman kêfxweşiya xwe anî ziman ji bo hilgirtina berpirsyariyên konsolxaneya giştî ya Emerîka li Hewlêrê. Her wiha diyar kir ku ew bi hêvîiya pêwendî û têkiliyî bi gel û berpirsên hikûmeta Herêmê re ye, û xurtkirina hemahengî û pêwendiyên aborî û têkiliyên di navbera gelê Dewleta Yekbûna Emerîkayê û Herêma Kurdistanê jî.
Hêjayî gotinê ye ku Mitman berya vê wek konsolê giştî li bajarê Besra ya Êraqê di navbera 2013-2015 kar kiriye. Herî dawî jî wek kargêrê cîgirê alîkarê wezîrê derve ya Emerîka ji bo siyaseta rêgirtin li belavbûna çekên atomî, her wiha li buroya asayîşa navdewletî kar kiriye.
PUKmedia