Bavê Gotina Kurdî A Resen Li Rojava.. Dilê Xwe Ji Xerîbiyê Vedike
– Mixabin kesên ku me hez ji wan dikirin îro berê xwe ji me guhertine, wisa pelên wan ji darê weşiyane, mîna kulîlka çilmisî bi ser xwe de diponijin.
– Ez ji xwe, te, û tevan re dibêjim: Ta ku rêvebiriya saziyên rêwefermî yên zimanzanan di Kurdistaneke serbixwe de çênebin, wê ziman di sergerdan û bendemana çaksaziyê de li ber bizavên tekakesane berxwdana yekrêziya yekzimanî bike.
– Mixabin PKKS hewar dike Erebên Xemir, Senadîdên Şemer, Sotoroyên Siryan û hemî şevengên rêjîmê…td. û hîç nahêle ku Pêşmermegeyên Rojava bi hewara lawên hemrahên xwe ve bên.
– Di vê qûnaxa ku Kurd tê de dijî, tîmekî baş ji rewşenbîr, nîviskar û ronakbîrên ekadîmîsyon, yên wêjeyar, kêşegir, konevan, firehzanîn û pêşzan di navgîna rewşenbîriya Kurdî de li derve û hindirû peyda bûne.
– Her di wê baweriyê de me ku rêjeke pêşiwar ji ronakbîriya Rojavayî Kurdistanê ya lezbîr û hemdemî, dê van gireft û kêşeyên alozewîst li pêşerojê çaksaztir wergerînin.
– Min jî mîna Kurdekî êşnas û xemxur bi lezgînî komek ji rewşenbîriya Kurdî bi texmîn ya serbixwe vwexwendî rawêjkariyeke navxweyî kirine, bi niyaza ku çend rewşenbîran ji navxwe hilbijêrin, da ku nûneriya rewşenbîran di kongerê ENKS de bikin, lê mixabin her (kurmê darê ji darê ye).
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
1 – Nivîskar, Helbestvan, û ronamnivîs Mihemedê Seyid Husên kî ye.. Kurtenasîn?
Yê ku hemî arezû û amanc, xwezane û mebest li gel yadîgarên zarotî, di naveroka pirtûkên xwe de kedî kirine, ji nêv tavsorkên Rojava min tîrêjên Rojhilatê pêşwaz kirine, demdar xewnan bi keskesorê dibînim, ji rewanbêjeya zimanê resendêrîn, bi çêje hevoksaziyan min keziyên helbestê hûnandiye, ji tûjawirên pendeyarên hozan û tevdezan, ji awazên şalûr û bibilan, ji reng, deng û dîmenên xwerista bihuşta welat, resenwarê xoşewîst bi ser sîmboliya evînê vebûme, ji nêv rûpelên pirtûkên bilîmetên ferezan û êşenas, kargorî û dûrbîn, ji gendeliya tege, tiral û tembelan, derûnlawaz û keyesebazan, helperest û xwetenparêzan, min wek stûbarî pernsîpa xwenasiya tevareyî rêbaz kiriye, ji gencîneya metelokên berya, çand, kultûr û rêzikên civaka Kurdî, ji nanê tisî û kavilên dilên hejaran, min gav daye sirûda nasnameyê, ji asoyên teqla fira teyrê baz, ji nav tarîewrên seqa û mecên sitemî û qilixdariyê, ta ku ji min hatiye wateya azadiyê hemdemîtir şîrove kiriye, mîna Kurdekî zimanhez, xameyar û wêjedost, mirovnas û aştîxwaz, çekdariya pênûsê bo kêşeya gelê Kurd lawên hemrahên xwe, ligel mafê rewa û erkseza di tekoşîna siyasî û aştiyane de destegul hilbijartiye ez im.
2-Piştî sê salan li welatê xerîbiyê, Bavê Reşîd bêriya şevbuhêrkên Qamişlo, civatên nivîskaran, pirtûkxaneya xwe, û gundê Til Erbîdê nekiriye?
Roja cejna newrozê 21 avdara 2015an ji ser kohê çiyakî Ewropa, roniştî li ber pêlên yadîgarên şûnwarê xoşewîst, di bêganeya penaberiya cankuj de diponijîm, reng , deng û dîmenên cîgehê rojzayîna min pelemarî hest û newaziyên min dibûn, lixêvên omîdewar di helkefta Newrozê, cejna serkeftina gelê Kurd û helweşandina koledarê noker Zehakê Farisî de, wêneyê qehremanê serheldêr Kawayê hesinkar li bînahiya çavan, bîr û boçûnên min dixuricîn.
Tel Erbîd gundê ku lê hatime rûyê dinê, nemaze ku kevneşopa bav û kalan Mad, Mîtan û Orkişî koka kurdewariya resen di pesar û hêrikên xwe de gencîne kirine.
Qamişlo tavsorkên Rojava û tîrêjên Rojhilatê, nema pêşwaziyan pê re dikin, xewnên ku bi keskesorê dîtine, bîna kulîlkên beyaran û gula lêvtenik, gerdena zêrîn û vehûnandina gurmitkên keziyan, yên ku di ferhenga bêrîkirinan de şewitîne, ariya ber tenûrê û toza ser bilûrê, pirtûkên ku derd û êşan dixwînin, gernejîna ku yadiyên cejn û sersaln, pêşbîniyên pêşerojê çaklewend û geşbîn dikin, ji wan herdû stêrkên çavên xumarî, lixȇvȇn xwekujtinê ji nû ve li bîrê vejentine, kula çerxê hevdîtinê û şikestina merbendên mişextinê ew e, ku careke din em li kavilên resenwarê xoşewîst vegerin.
Qamişloka evînê bûka şaran li Rojavayî Kurdistana çaklewend resenwarê bê hempa, kela girî di zengelorka min de asê hiştiye, zergernejîna heyaman hevrûrşî serlêvan bûye, zîmarên çiyayên Kurdistanê ji bin qlpaxên çavên şîlove şîn û şahî li min şiyar kirine, komcivînên rewşenbîr û nîviskaran raberî pirtûkxaneya min diavêtime hafa guftugoyê, mîna filimekî cengborî felaketên şewat û wêaranê, berbat û havgariyên cenosaydkirinê di ber çavên min re derbas kirine, givalekên ewrên reştarî û xwezaneyên aşopiyane gumanên min nikder kirine, wisa bêhnçikiyayî û ji qiramketî gefên nihênî guvaştime, min dikir ji iyarê xwe baz bidim nav seqa û mercên emadebaşiyê.
3– Li gor tê zanîn Mihemedê Seyid Husên di temeneke dereng de dest bi nivîsa zimanê Kurdî kiriye, sedema vê lêvegera dereng li zimanê dayikê çi bû?
Bav û kalên me stiran û helbestên xwe bi toza xwelîreşkê nîvisandine, êca gelo ez ê îro ji diwêta kîjan destaneyan bi hestiyên kîjan evsaneyan navê xwe yê wenda bipesinînim. dêmekî tu maye stiraneke destaneyî li ser lêvên dengbêjan, li ser eniya me her maye birûskek ji evsaneyan, xaleke ronîdar li ser tilîkan, keziyeke veçirî li ser milê helbestê, bi heman tîrêjên evsaneyî em dê tarîewrên ku mîna ziyayên maran xwe li newqa te rapêçane biferikînin.
Ji sala 1957an ve bi saya Xwedê jêxweş bavê xwe Seyid Husên, mîna netewperwerekî dilsoz û nemekdar, pismamê wî helbestvanê gewre û zimanyar gorbihuştî seydayê mela Ehmedê Namî, û dostaniya wî bi şasiwarê helbesta Kurdî seydayê zindar Cegerxîn re, bi taybetî şevbuhêrkên Odeya gundê Tel Erbîd cîgehê rojzayîna min sala 1943an, nemaze ku nifşê ji me mezintir dîwanên wî dixwendin û distiran, herwiha ez jî hînî sertîpên peyva zimanê zikmakî bûme, û ji hinga ve pê dixwînim û dinivisînim, lêbelê tenha ji sala 1994an ve, min berhemên wêjeyî hemcûre li ser rûpelên govar û malperên Kurdî weşandine, û di hemî dabaş û babetên pêvedarî kêşeya gelê Kurd ya siyasî, çandî û ronakbîrî de nîvisandi ye.
Herwiha ji heman sala jorgotî ve û ji berbanga zayîna makpartiya Kurdî ya pêşeng ve, hemahengî karubarê rêxistinî û siyasî bûme, û ji hinga ve lixêvên hestên netewî li zarotiya min bûne mêvan, pêkve jî yekser behremendiya afirandina wêjenivîsî, coş û pêşbaziyeke geşedar û piromîd dane min, ku bi zimanê nasnameya xwe ya netewî bixwînim û binîvisînim, herweku min dilşad û kamîran pêşbîniyên pêşerojê, bo ezmûneya nîvisnadina zimanê Kurdî bi şanazî li gel derfetên kêmpeyda gerdenkirine, lêbelê pir daxe ku di heman bafîkê de şepêla serdemê ez û gelek ji gêncên netewperwer, di nav stirîdirkên qenderxeyên ramanên sosyalîzmê û partiya komonîst de perpitandine, û di encamê de min jî 2o sal ji temenê xwe xirş û bêber berdane.
4- Dijwartirîn celebên wêjeyê roman e, çi sedemên hişt ku tu berê pênûsa xwe vê dawiyê bidî romanê?
Heçî roman mirêka civakê û banebalaya çand û wêjeya gel li şûna medya desthilata çaremîn ya yekemîn gewde dikî, asoyan berfirehtir di hemî dabaş û babetên ramanî, pendegojî, serboriyên dîrokî û ferhenga şêwezariya nûjeniya ziman li gel çanda rêzikên civakî li ber romanivîs vedike, bi hûrbînî xwe dirapêçe û paleya zagon û pendên berya dike da ku naveroka deqên xwe pê bixemilîne, zimanê rewabêje û şûnmayên çand û kultûra bav û kalan, pê der pê xwe di navgîna reseniya çejepeyvên ronîdar û dêrîn de dirapêçe.
Bê guman yê ku ji min re bixwînî teqez wê çaktir bizane, bê çendî û çawa min mijarên piralî di bûgîn, gireft û giringtirîn kêşeyan de, êş û derdên civakê di hemî hêlekarên jiyanê de hingavtiye, bi hemî rêawayên derbirîn û ravekirinê li ser tabloya xaknîgariya navdewletî zikûpişt qulaptiye, hemî zindîwarên ku li ser xaknîgariya gerdûnê dijîn, rêjîm, nîjad, netew, rêxistin, ol, dol û dewlet li gel romanê, di navnîşanên hemecûre de tev raçavî xwênerên xoşewîst û hêja kirine.
5– Piştî derketina te ji welêt, te çi berhemên nû nivîsandine, naveroka wan çi ye?
1- berhevokeke helbasta nûjen… Welat bihuşta min e.
2- Wêjenivîsên hilbijartî…deqên pexşane.
3- Ziman û navedar. Kevneşop, cî û war. Helkeft û tekoşyar.
4- Dengvedana rasteqînê.
5- Min pirtûkeke gotarên siyasî bi navnîşana (dîdevaniya dîrokê û yadîgarên çîrokê) ji 3 beşan li ber çapê heye.
6- Pirojeyê romanekê bi navnîşana (Bihur) herkêm ji 2 beşan li ber desta ye.
6- Di nerîna te de wêjeya Kurdî û bi taybetî roman di çi asteyê de ye?
Herweku me li pêş emaje pê da ye, wêjeya Kurdî roj li dûv rojê li gorî dîroka pêmijûliya wê pêşgavan pêşesaztir dide pêşerojê. Lê her geşbîn im nemaze ku diyardeya pêmijûliya romanê sal li dûv salê bi hêztir dibe, herweku naxwazim navrista romanivîsan jî bînim zimên.
7 – Pirtûkên te yên çapkirî çend in û çi ne, bi kurtayî li ser her yekê biaxive, û yên destnivîs jî hene?
B- Ji serî ve bo ku bi hûrbînî û kûrderbirîneke cîgir, pêşiwar û ronakbîrî, pêşgavên fîraztir di nav şaneşîna hemerengiya şêwezariya zimanê rewanbêje û rêwefermî de bavêjim, min bêtir giringî daye xwendina ziman, paşê min berê xwe da ye hemî dabaş û bebetên wêjenivîsî, mîna helbesta nûjen, tenha ku bîr û bûçûnên xwe raçavî xwênerên xoşewîst yên zimanê dayikê bikim, nemaze ku 8 berhevokên min di vê dabaşê de hene, û navnîşanên wan jî ev in.
– Pirtûkek bi navnîşana (berhemên Giştî) ji 5 berhevokane ew jî evên jêrgotîne.
1- Kê destane Sor Kirine.
2- Gernejîna Rokê.
3- Awazên Evînê.
4- Halana Qamişlo.
5- Şeva Dirêj.
6- Kurdistan Helbesta Min E.
7- Welat Bihuşta Min E.
8- Wêjenivîsên Hilbijartî…Deqên Paxşane.
9- Payîzxêra Hêsiaran… kurteçîrok.
9- Tava Mirinê… Roman e li ser raperîna Avdar 2004an ya Oamişlo bûka şaran.
10- Ziman û Navedar. Kevneşop. Cî û war. Helkeft û Tekoşyar.
Di nîrê siyasî de jî du pirtûkên min hene û navnîşanên wan jî ev in.
12- Şevçiraxên Çarmedor.
13- Dengvedna Rasteqînê.
14- Pirtûkeke din jî bi navnîşana (Dîdevaniya Dîrokê û Yadîgarên Çîrokê) ji 3 beşan li ber çapê ye.
15- irojeyê romanekê jî bi navnîşana (Bihur) li ber dest e.
8- Her demekê em pirtûkek nû di fêrbûn zimanê Kurdî de dibnin, û her yek li gor xwe û jêhatîbûna xwe dinivîse, bê ku li jêderin xurt û zelal vegerin, ev yek ziyaneke zor digihîne ziman, tu ji van kesan re dikarî çi bibêjî?
Ez ji xwe, te û tevan re dibêjim: Ta ku rêvebiriya saziyên rêwefermî yên zimanzanan di Kurdistaneke serbixwe de çênebin, û şêwezariya zaravên Kurdî di zimanekî rewanbêje, latînî û rêwefermî de cîbecî nebe, wê ziman di sergerdan û bendemana çaksaziyê de li ber bizavên tekakesane berxwdana yekrêziya yekzimanî bike, bilî vê yekê tiştekî din nabêjim, herwiha mi bi dehên caran ji zimazanên Rojavayî Kurdistanê re pêşinyar kiriye, ku tucar hewlên tekakesane bo fêrbûna zimanê dayikê sûdeyê rewanbêjeya ziman, lêbelê weku me li jor aniye zimên gereke di komcivînên hemî zimazanan de karekî wa bi rêkupêk peyda bibe, û di heman bafîkê de min namyek bo D.Kemal Ehmed Mizher hinrtiye, nemaze ku hikûmeta herêma Başûrî Kurdistanê, dikare bi erkekî wa banebala rabe, naxwe ku Dr Kemal ez vexwendî konfirasekê bo pêşesaziya zimanê Kurdî kiribûm, û min ji ber tendirustiya xwe nikarîbû têkevim rêwingiyê.
9- Xwendevan û şopênerên goatrên Mihemedê Seyid Husên dibêjin du têbîniyên giştî tînin ziman; yek ji wan dirêjbûna gotarê, ya didawn gotinên li xirû Kurdî…gello ev di cihê xwe de ne, û çima?
Yekem: gelî bira xwênerê xoşewîst hîç nadim mandelê ku herdû têbînîyên we cîgirtî ne, lê ku mirov kul û derdên gelê Kurd li ser terezuya sinc û nîhadê mafnasiya mirovaniyê baş biteqilîne, bawer im ku gotar rûberê zeviyekî bigire gereke xwênerê kêşegir û xemxur gotarê tîp li dûv tîpê bixîne. Duyem: bi kurtî naxwe ku li pêşerojê em Kurdistaneke azad û serbixwe dixwazin, yekser gereke zimanekî rêwefermî yê gotarê, alavên ragihandinê, rojnamegerî, tv, Îzge û pirtûkê, dibistan û zanîngehê peyda bikin, bi taybetî ku di rêza zimanê cîhanê de cîyekî ûzer û pêşiwar bigire, dizanim stûbariyeke wa tekakesane xirş û kêmencame, lêbelê bi hêvî me ku li pêşerojê bi hevkariya zimanzanên terxanas û pêşzan çiraxan li çareseriyê vedin.
Min bo mirovaniyê rist û brhemên evra nîvisandine, li ser hêsirên sêwî û ewareyan, li ser ritma dil û coşedartirîn newaziyan, li ser kefteleft û hevgariyan, li ser azadîxwaz û dagîrkeran, li ser ala reşgirêdanê, li ser zixta pênûsê ala sor hilda ye, li ser firişte û xwedawendan, li ser rewanek û ahoramezda, li ser kêra ciwaniyê û nirxê şêwermendiyê min navê xweristê û xwedê, navê te, bav û dê, av û ba, ax û rokê xaçebirr sûnd xwariye, lê çendî daxe ku îro min ji nû ve zanî, ku dunya ezmûneyeke piralî, alozewîst û bê dawî ye.
10- Hûn çawa Şoreşa ku niha li Sûriyayê û li Rojavayê Kurdistanê diqwime, dinerxînin.
Hemî çavdêrên siyasî û kêşenasên xemxur yên ku ji serî ve rabudûyî şoreşa gelê Sûriyê ya azadî û rûmetê bûne, dane xuyanî ku ji qîrdana zarokên Der,a şoreşeke aştiyane bi çalakiyên xwepêşanadan, mangirtin û pirotistêran li dijî rêjîma diktator, sitemkar û totalîtar li hemî parêzgehên Sûriyê dengveda ye, wisa jî yekser sîpeyên serheldêr yên raperîna Qamişlo ya avdara 2004 an bersiv dane, lê mixabin karbidestên ewlekarî yên rêjîma tekserok û tekpartiyê, xwepêşadêrên destvala û aştiyane li kolanan, şevengên wê yên sergorekirî bi guleyên hûravjan ew barandine, ta ku di encamê de bi sedan evserên Sîpahên niştemanî û leşkerên xwe hemahengî şoreşa gel bûne û ji navgîna Sîpahên rêjîma Esed e dabeş bûne, û di encamê de şoreşa azadî û rûmetê naçar xwe bi çekan rapêça ye.
Lê pir daxe ku Obama bavê Husên, yekîtiya Ewropa û bêkariya netewên yekgirtî li gel navenda biryara navdewletî, tevlî kîmawîbarandin, komkujî û hevgariyên kesanedî ku hatine serê gelê Sûriyê, bo berjewendiyê xwe yên siyasî, ewlekarî û bazirganî, berê xwe jê guhertine û bi yekcarî sinc û rewiştên mirovane serbêş kirine, û çavên xwe ji hemî genîfinasên hevpeymanên Esed yên teroristî girtine.
Bi wihareng navbenda Rûsya û kaniya terorê Îrana şaşikreşan, Bexdad, Şam, Silêmaniyê dxgeha pilangerînê û Qendîlê bi hemî bask û naznavên xwe ve li herçar perçeyên Kurdistanê di nav de, derfet keysenzêrîn girtine nemaze ku bi hemî rêawayan û ji her pênc parzemînên gerdûnê kewt û komên teroristên nîjadperest û tundrewên Islamî weke Qaîdê, Nusra û Daiş li ser nexşeya Sûriyê bicivînin, û gevezeyeke piralî û alozewîst nemaze ku qeyrana ramanî û rêbazî derkeve serê bana li gel cenga milî ya pir-enî ku çê û xirab serguherî hev kirine, armanca serete jê tenha ewe ku Sîpahên rizgar û hêzên lîberal û liyanrew di nav de wenda bibin, û gulîzarên buhara şoreşa erebî di îstgeha Sûriyê de binax bikin, ta ku cîhan bi giştî xwe li şerê terorê rapêçe û şerê Esed bi derengî bixîne, hinga belbî piraniya gel ji ber azar û jankêşana revendî û ewareya derbider xweziya xwe bi mana Esed bînin, û Obama bavê Husên jî rêkeftina Atomî bi Îranê re cîbecî bike.
Herweku me li jor emaje pê daye ku pkks milekî ji navbenda jorgotî girtiye, û rêjîma Esed Rojavayî Kurdistanê mîna siparde di rêkeftin-nameyeke pirnas de raçengî pkks kiriye, ku wê jî li gora ecendeyên rêjîmê û hevpeymanên wê bi serpereştiya Q. Silêmanî û hevkarên wî Elî Memlûk, Nûrî el Malikî, Hadî el Amirî û Nesrelah, bi fermana wan yekser ji Kopanê mizgîniya şoreşa 19 tîrmehê li şûnwarê şoreşa gelê Sûriyê ragihandiye, nemaze ku pkks di nav genava rêbaza xeta sêyemîn de biteqine, bi taybetî ku bi hemî rêawayên tundutûjiyê felsefeya miletê dîmuqratîk cîbecî bike, naxwe ku Rojavayî Kurdistanê di 3 kantonên daxbare û rêvebiriya ne bi serê xwe de dabeş kiriye, û xwedêgiravî desthilateke dîmuqratîk bi devê tivingê li ser gelê Kurd dawer kiriye.
Herwisa pkks bi tilam û behaneya yasayên ewarte yên danheva bac, serbare û pereyên talanan, erkên bergirya naçar û perensîpa birayetiya gelan Rojavayî Kurdistanê dagîr kiriye, û bi heft avan destên xwe ji kêşeya netewî ya Kurdî şûştiye, û li gorî genîfinasên rêjîma noker û fermanên qaşo rêwefermî yên ji qanêder, bazirganiya bi diruşma Kurd û Kurdistan, şoreşa jinê û xwîna şehîdan, Rojavayî Kurdistanê ji şênewarên resen bi taybetî ciwanên serheldêr lawên qûnaxê vala kiriye, ji bo ku giyanê raperî û xweragirî nemîne ku dakeve kolanan û di xwepêşandanên şermezariyê de, dengê xwe bigihînin cîhanê û genîfinasên PKKS riswa bikin, herwiha bi heman desthilata tekalî û yekpare tevgera siyasî bi hemî rêxistin û çarçuveyên pêşewatî ve, bi taybetî ENKS, rewşenbîrên serbixwe û netewperwer, ronakbîrên akadîmîsyon yên kêşenas û hemî saziyên civak şarewerî yên jin û mêr, rex û rê li ber wan bi fişarî û geflêxwarinên tengbîrî û kurtebîniyeke siyasî torfelaqî ew tawî, bawî û ji gurdketî li aziyê hiştine.
Bi wiha şêwazên siyaseta bîrşêfil, medya têkçûyî, birayrên torfelaqî û ne bi serê xwe, vîna erzanfirotî, livbaziyên daşûrî û felsefeya aşopiyane ya binfilitî, hemî rêkeftinên emzekirî bi ENKS re Hewlêr 1-2 û Dihok têkdane, dêmekî bo rûberûbûna teroristên regezperest û tundrewên Islamî, yên ku bi rawêjkariya Esayişên rêjîma Esed û hevrêziya pilangerên wê yên jorgotî bûneweriya gelê Kurd û Kurdistan armanc kirine, mixabin PKKS hewar dike erebên Xemir, Senadîdên Şemer, Sotoroyên Siryan û hemî şevengên rêjîmê…td. û hîç nahêle ku Pêşmermegeyên Rojava bi hewara lawên hemrahên xwe ve bên, helbetî karekî wa nehêjayî berjeng û çavkaniyane, nemaze ku PKKS ji serî ve bûye peyayê rêjîma Esed û bi piştgiriya wê hemerengiya civaka Kurdî ya Rojavayî Kurdistanê, di bin nîrê tundutûjiya herdiwan de kelecana jankêşanê bo vemanê dikin,
11– Nivîskar û rewşenbîrên Kurd di vê şoreşa pîroz de bi erkên xwe rabûne?
Bi wiha reng em digihên baweriyekê ku beşên cudaxwaz hene, rewşenbîrên kêşenas, xameyar, wêjedost û dûrbîn hene, li raberî wan tewşenkwîrên têrfinas û koromîd jî peydane, di vê qûnaxa ku Kurd tê de dijî, tîmekî baş ji rewşenbîr, nîviskar û ronakbîrên ekadîmîsyon, yên wêjeyar, kêşegir, konevan, firehzanîn û pêşzan di navgîna rewşenbîriya Kurdî de li derve û hindirû peyda bûne, mînak jî di bafîkê de pirpeydane, lê ji ber gelekin ne giringe ku wan bi navbikim.
Bi taybetî yên ku ji erksezayên xwe yên Kurdperwerî ji gencîneya semyanê xwe ya pendegojî, ramanî, rexnezanî û terxan-nasîn ristên xwe meşiqandine, ji jêder û lêvegerên pêbawer û pelgedar heyberên xwe nîvisandine, mixabin ne weku hin dîtirê ji devê dapîr û kalemêran, ango ji nêv naveroka pirtûkan paşaxa çend movik û latikan ji naveroka mijarên têvelrû dikin, lê hema her hêjayî bîranînê ye nemaze ku bûk û zavetiya kîn û evînê bi çend quretiyên hingivînî, ango bi şelafî û melaqiyên keysebazî û helperestiyane nayên kirîn û firotin.
12- Tu berhemên we li ser vê şoreşa Sûrî û ya Rojava bi taybet hene.. eger ku tunebin, we nexistiye pirojeya pêşerojê de?
Herweku min li jor emaje pê da ye pirtûkek ji 3 beşan li ser şoreşa gelê Sûriyê ya azadî û rûmetê, di hemî hêlekarên niştemanî, netewî siyasî, civakî, aborî û serbazî de, di bin navnîşana (Dîdevaniya Dîrokê û Yadîgarên Çîrokê) li ber çapê hene û romanek bi navnîşana (Bihur) li ber çapê ye.
13- Hûn di tu şevbuhêrk, festival, yan bernameyan de li wlatê Çîkê beşdar bûne, û tu xelat we girtine?
Beşdarî konfiranseke dijberiya niştemanî ya Sûriyê bû me, herweku me jî bîr û bûçûnên xwe yên netewî û niştemanî di bafîkê de ragihandine guhdêran.
Me li gel mamosta Necîb Balay û mamosteya hêja endama pena Kurdî Bêrîvan Dostkî, bi serokê rewşenbîriya komar Çik re weke kongerekî rojnamevaî le barî çalakî û rola rewşenbîriya Kurdî û Kurdistanê di navgîna xircira şoreşa Sûriyê de civiyane.
Me dengê mafrewaya xwezyarên gelê Kurd bo azdî û serxwebûnê ragihndine hemî sazî û rêxistinên rewşenbîrî û siyasî li komara Çîkya û her di vê dabaşê de em berdewam in.
14- Hûn çawe rojnamegeriya Kurdî dişopînin, û dinerxînin?
Weke heman rewş û pergala siyasetvan û rewşenbîr ya geveze, ne li serhev û gelemşe, li gel awirên tevizî û helwestên hîmrizî nemaze ku giyanê raserî, rajorî, rikberiya navxweyî ya kîndarî û tolhildanê, ya ez û nekesî din mîna Stalînê yekpare, li serdema tiknolojiya pêşesaz dişopînin, û hêj bi tûjnikilan mejiyê me dikolin, hêj li bîra wan nejentiye ku kêşeya netewî li gel nirxên xwe yên evra, di vê derfeta keyslêhatî de navbênkariya wan bo ku bûneweriya gelê Kurd destnîşan bikin, lê her di wê baweriyê de me ku rêjeke pêşiwar ji ronakbîriya Rojavayî Kurdistanê ya lezbîr û hemdemî, dê van gireft û kêşeyên alozewîst li pêşerojê çaksaztir wergerînin.
15- Hûn jî di despêkê de projeya avakirina Yekîtiya Nivîskaran de bûn, çima we xwe ji wê projeyê dûr kir?
Sebaretî vê mijarê weku hûn jî dizanin hinga karvedanên kongera ENKS likar bûn, vêca min jî mîna Kurdekî êşnas û xemxur bi lezgînî komek ji rewşenbîriya Kurdî bi texmîn ya serbixwe vwexwendî rawêjkariyeke navxweyî kirine, bi niyaza ku çend rewşenbîran ji navxwe hilbijêrin, da ku nûneriya rewşenbîran di kongerê ENKS de bikin, lê mixabin her (kurmê darê ji darê ye) herwekî çendek ji serokpartiyan bersiva me dane ku rewşenbîrên me hene, û hin ji rewşenbîriya Kurdî jî li bizavên me zîvirîne û xwe bê biryar û viyan avêtine tor û bextê partiyan, ji hêla dîtir ve ez jî li ser rêya Ewropa bûm, dêmekî vîza min û diya zarokan li balyoxaneya Çîkê li benda me bû, herwiha weku hûn jî pê agadar bûne, bê çawa 3 rêkeftinên tevgera siyasî di lorîkê de binax bûne, wisa jî hewldanên me beravêtî bûne û hewlên bişûnde jî mixabin dabeşbûnê zêdetir dikin û her (Gurî ma ye Axe).
16 – Gello di nerîna we de sedemên gurbûna nakokiyan di navbera nivîskarên Rojava de ta niha çi ne?
Kîjan beşê civaka Kurdî dibe bela bibe eger ku ji dil û can yekîtiya Kurd û Kurdistan ya siyasî, rewşenbîrî û serbazî dixwaze, gereke di çarçuveya sitratîjiya berjewendiyên netewî yên evra de, li doruberî masa girover ya guftugoyê li hev rûnên, û hemî berjewendiyên cudaxwaz û cîyewaziyên nakokîbar yên tekserok, tekpartî û ramanên eydiyolojiya radîkal, û giyanê xwetenparêzî berve paş de bivirvirînin.
Mixabin bûneweriya her mirovekî dîdariya kefteleftê dikî, mezelekî bêhempa ye, rajorî kêla nependî firişteyên asîmana li hawêrê dirêsin, ji nêv taristanê, ji nêv seqa damirî, li hindama şikeftê, kilîşeyên rûyê mirovan, girdikên zendên badayî, bêdengiya şevê bi zengilê mizgîniyan û îskeîska pênûsa rasteqînê nikder bûne.
Lê mixabin kesên ku me hez ji wan dikirin îro berê xwe ji me guhertine, wisa pelên wan ji darê weşiyane, mîna kulîlka çilmisî bi ser xwe de diponijin, xanima ku carekê me hez jê dikir, xwediya porê kirîşkî, reştarî, bejn û bala zirav, ebrûyên kevanî, çavên dureş, keziyên girdikî, pêxêla şiyar, nemaze ku bi giranî bi ser me de dixiliya, di hêmeniya jana êşê de pişta me lidîwêr, li benda ku tirêna temen wê bavêje civanê evîndaran, civanê ku dost û yaran bi xwêdanê muhra ramûsana rêkeftinê lê muhr kirine, û li ber temara xewê rengşermokî hênijîne, li ber rêwerfermiya ritma hêlecana mirinê, li benda ku evîn li herêmê bizîvire.
17- Di nerîna te de, sedema van nakokiyên di nav nivîskarên Rojava de derketine holê çi ne.. wek nivîskarekî Kurd li derveyî welat tu çi ji wan re dibêjî, ta karê wan serast bibe.?
Bi kurtî ez jî weke sedên ronakbîrên netewperwer dibêjim: Beşekî baş ji siyasetmedar û rwewşenbîran, herweku me li jor emaje pê kiriye, mixabin hêj li dûv zeman li kertukolên xwe dilikumin, hêj xwe ji çanda kevneperestî ya rêzikên civaka paşverû rizgar nekirine, û bêtirê rewşenbîriya Kurdî li Rojavayî Kurdistanê, hêj di bin bandora dabeşbûna tevger asiyasî de biparvebûne.
Lewra xoşewîstirîn yadî ewe ku mirov serçavkên xwe ranekî, bo ku tucar birûsk bê meteh li evînê venedin, û rondik hew li ser jana dîrokê bêne xwarê, bêguman em ji navkutka naxên dil birîn bûne, herweku îro-roj keldana oqyanosan hêçtir dipêle, geştî û kelek li îskele û kendavan natebitin, mîna şeva ku helbestvan dîno-mîno, peyvan bi hev re didirû û werbêj dikî, di kerraya dawiya şevê de, ji nîvê peyala vala avdeyên rista xwe dihûne, mîna mûma ku di ahenga bêdengiyê de, hêsirên giryanê dialêsî, hin jî hene ji kêfa devê wan gazekê vedibî, û hin dîtirê hene çavên wan ji hêsiran ziwa nabî.
18– Hêvî û xwenên te bo avakirina Kurdistaneke azad li Rojava hene.
Birêzan xwênerên xoşewîst îro-roj hest bûme ku xemgîniyan dagîrkiri me. Kurdistan yarîgeha balendeyan, lehenda şêran, parêzgeha pêşmergeyan, bûka welatan, sitêrka rêya vegerê, bihuşta Rojhilatê, dermanê birînê, xibşa xezalan, bişkova nûvebûyî, nêrgiza xunavgirtî, dayika dilovan, navnîşana helbestê, qubleta netewperweran, mebest û armanc min î.
Welato min hemî arezû û armancên gewre bo navê te di dilê xwe de gencîne kirine, çendî rêawayên bi dek û weyne tev pilan û kêmewle ne, çendî hemerengiya hezkirinê piralî û çirrwate ne, dema ku baran bi nermînî tête xwarê, şermînî bizûtî ji çîçekê direve, pê re jî kêlîka hêmen hest û newaziyan dixuricîne, herweku evîna welat heyîna min di jiyanê de diçesipîne, lê mixabin îro-roj givalekên ewran ji asîmanê herêmê mişext çûne, şalûr û bilbilan gireva stiranê girtine, mane bi tenê li şûn kavilên wêraniyê jana bêkesî û keskayê dikişînin, ji ferhenga zimanê evîndaran çêjeriya peyvên ristesaz dinoşin, bang dikin dar û deviyan, çol û beyaran, sax û miriyan, em ê ji kê re bistirên, xameyar dê helbestê ji kê re binîvisînî, hest, agadarî û newaziyên dilê xwe, dê ji kê re kevir li heste xînî.
Welato: çelengiya etlesa te kirime dîlê evînê, biskeke şîlove li ser hinarkên rûyê te kirime evîndarê heyvê, bûme telpeke qetran li ser eniya mirovaniyê, bûme pirsgirêkeke aloz di gewriya dagîrkeran de, bûme razeke evra herdem kaniyên terorîzmê ziwa dikî.
Welato: Kula min e ku zanibim tê bi kîjan zimanî nefretê bidî bextê minî likumî, tê bi kîjan zaravî jana bêdengiyê derman bikî, min li ser eniya xwe çiraxa evsaneyan daniye, warê te yê bihuştiyane li ser kolînka tarîewran terz û nimûş kiriye, li ser zendên xwe dîroka perçebûnê bi xîmava bextreşiyê dax kiriye, tenha ji bo ku razên yezdanê xwetenparêz, ji hemî zindîwarên gerdûnê yên bej û avî re eşkere û bi têrutese rave bikî.
19- bi yek xêzê, hûn li ser van kesayetiyan dikarin çi bibêjin:
Seydayê Cegerxwîn: Bê guman gorbihuştî afrênerê kêmpeyda û şasiwarê helbesta Kurdî ya kêşedar e.
Seydayê Tîrêj: Wisa jî Xwedê jê xweş bi huneriyeke kêşesazî helbesta Kurdî ritm û awaz kiriye.
Bêbihar: Herwiha mihrelê Bêbihar helbesta gelêrî bi behremendiyeke ewarte diyarî sazkaran kiriye.
20- Herweha bi yek xêzê çi wateya van peyvan li gel te ye:
Jiyan: Tî ye lê nema zane wê çawa ji kaniya jiyanê têr vexwe , û xenêmayî li ser qada jiyaneke nûtir, dirust, rewa û gulvedayî kela xwe jê bişkîne û hênik bike.
Jin: Jiyan bêyî jinê kulek û pûçencame.
Şoreş: viyan biryarê û çoşa navtêdanê, giyanê berxedêr û azadîxwaz şoreşê diafirîne.
Berxwedan: Kêşeya rewa giyanê yekrêziya tekoşyarên mafnas û azadîhez berxwedanê gerden dikî.
Maf: Xemxurekî dilsoz û êmekdar, dûrbîn û kêşenas dixwaze.
Helbest: Behremendiya hest, agadarî û newaziyn dil bi şirûsa pênûsê awaz dikî.
Muzîk: Li ser ritma navkutka dil, ramûsana simbil û çîçekan di ahenga pêlvedanê de hawar dikî
21- Her kes di wê baweriyê de ye ku niha evsanên dîrokî li Kobanî, Serê Kaniyê, û Şingalê tên nivîs.. gello Pênûsa Mihemedê Seyid Husên tiştek ji van lehengan re terxandiye?
Derdê kezebê daye ser siwarê neqebê. Belê ezbenî herweku min li jor emaje pê daye, min di hersê pirtûkên li ber çapê de li ser hemî herêmên navborî û bêtir jî bi helwest û awirên netewî, niştemanî, siyasî, serbazî ramnî, rexneyî û rawêjkarî nîvisandiye.
Berî hertiştî hêvîdar im ku serokatiya tevgera siyasî û ronakbîrên ekadîmîsyon yên kêşenas balê bikişînin ser vê yekê û baş têbigihên, nemaze ku li serdema vê qûnaxa hestiyar, pêşketî û hemdemî, çi rêxistinên netewî, niştemanî, çînî, tîreolî û şoreşvanî ku perensîpa kêferata çekdarî, ango tekoşîna çekdarî rêbaz dikin, yekser bi raman û Eydiyolojiya radîkal û tundrew ya terorîzmî tewanbar dibin.
Berya bêtirî salekê bi 24 rojan helkefta êrîşa regezperestên şofonîzma erebî û tundrewên Islamî di bin diruşma Daiş de, di pilaneke hûrhûnayî de ji gel navbeda Tehran, Bexdad û Şama rêjîma kujer û peyayên wan Daiş û pks ve, li gel çek û cebilxaneyên cûregiran ji xaneqîn tanî bi Efrînê Kurd û Kurdistan li ser dirêjaya 1500 km armanc kirine, herweku di serî de êrîşên dijwar ji xayiz ve birine başûrê Kurdistanê, û felaket û hevgarî anîne serê Êzîdiyên Şengalê û çi cî û devera ku gihanê komkujî lê raxistine, lê di kurtdemeke nêz de Pêşmergeyên qehreman û bi saya rola diblomasiya Serok Mesûd, ew di hemî eniyên şer de şikandine û kerx ji termên kujtiyên wan rakirine, pêk ve jî yekser Emerîka û hevpeymana navdewletî bi hewara wan ve hatine, û li seranserî herpênc parzemînên gerdûnê Pêşmergeyan bi lehengî û cangoriyên xwe yên bê hempa dengvedane, û rola karîzmatiya kesayetiya birêz Mesûd serokê herêma başûrê Kurdistanê hemahengî navenda biryara nevdewletî bûye.
Herwiha pilangêrên navbenda navborî di sê roj û danekî de Kobanê û nêzî 400 gundên wê bê şer û pevçûneke balkêş diyarî teroristên Daiş kirine, tenha ji bo bo van xalên jêrnivîsî Kobana xopan paytexta şoreşa 19 tîrmehê kirine giraw û gorî.
Birêz serok Mesûd Berzanî ji karîzmatiya xwe ya Kurdewarî, yekser destpêşerî bi Emerîka, yekîtiya Ewropa û hevpeymna navdewletî û Erebî re bo Kobanê kiriye, û di zûtirîn dem de Emrîka û hevpeymana Erebî û navdewletî bi hewara Kobanê ve hatine, herwiha yekser li gorî daxwaza Emerîka dêmekî ku pkks baskek ji pakpartiya pkk gewde dikî, êdî pêdivî ye ku bi ENKS ya lîberal û liyanrew re rêkeftinekê pêkbîne, vêca serok Mesûd naçar bi lezubez rêkeftina herdû layan ya Hewlêr1-2 cîbecî kiriye, pêkve jî serok Mesûd bi rêkeftina biryara perlementoya Kurdistanê 157 pêşmerga li gel çekên cûregiran şandine Kobanê, û di nêzîktirîn dem de bi balefirên Emerîkanan çek û cebilxaneyên cûregiran şandine Kobanê.
mebesta pilangêran jê ew bû ku bi saya vê hewarhatina navdewletî, pkks jî mîna Pêşmergeyan li cîhanê navdar bibe û ji hêla dîtir ve gevezeya dijminatiya Ereb, Kurd û Turkiman gurtir bibe, nemaze ku tabloyeke teroristiyane û tevlihevî şanî hevpeymanê bike, da ku bavê Husên Obama tenha şerê terorê bike û şerê Beşar bo berjewendiyên xwe bi Rûsiya û Îrana Atomî re bi derengî bixîne, herweku wê wateyê diçesipîne ku Emerîka Obama bi hewara rêjîma Esed ve hatiye, û di encama karekî wa xwe-erzanfiroş de, pkks bo ku Rojavayî Kurdistanê ji rêjîma Esed re biparêze bi sedan keç û xortên Kurd û Kurdistanê kirine qurbanî, biser ve jî Kobanê li gel gund û bajarên jorgotî tev bûne kavilên wêraniyê.
ji bo ku nehêle pêşmergeyên Kurdistanê derbasî Rojava bibin, ango ENKS hevpeymanê Levbaniya niştemanî ya hêzên şorşvan û dijberiya Sûriyê, berxwe nebîne û bi piştevaniya Pêşmergeyên Rojava û hikûmete herêma başûrê Kurdistanê rêvebiriya Rojava nekin, ji layê dîtir ve pilangêrên navborî stûbariya ku nehêle Kurd û Kurdistanî bi derfetên keyszêrîn yên buhara heyî şa bibn sipartine pkks, lewma kel û kiwîrên civaka Kurdî lihev xstine û hemî pêkhatên wê yên siyasî, rewşenbîr û ciwanên serheldêr, jin û mêr pelekut kirine.
Lê ku hat û dunya xêzvêz bûye nemaze ku aramî û tanhî li herêmê vegere, bêguman teqez dê sibeha cejna rojiyê dayikên şehîdan li ber kêlên lawên xwe û di nav kavilên wêranê de, dîdevaniya xwe bi hêsran re biherikînin cobaran, û ji dîrokê re serboriyê xwe ta bi derzî vekin û li genîfinasên xinizkar û pilangêran mikur bên û nifiran li sersedman bibarînin.
22- Di nerîna te de, xwendevanê romanên bi zimanê Kurdî hene?
Mixabin ku li vê qûnaxa pêşesaz hêj xwênerên romanê, gotarê, rojanameyê û pirtûkê û hemî berhemên zimanê Kurdî kêmpeydane.
23 – Nivîskarî – di nerîna te de – nanê zarokan tîne, ango nivîskar ji dûv nivîsê dikare pereyan derxe?
Bi taybetî li vê serdemê karvedana nivîserê zimanê Kurdî bo danheva mal û nanê zarokan derencame.
24- Bavê Reşîd Veger kengî ye?
pir daxe ku tanî bi vê kêlîkê rasteqîna pêşbînîyan reştarîne, lêbelê tenha hêviyên me li benda ku ji xayiz ve razperîzeyeke şayen mizgîniya felatê raguhêze mişext, revend, penaber û ewareyên gelê Sûriyê bi hemî pêkhatên xwe ve.
25- Gotina dawî ji bo xwendevan Rojnameya “Bûuerpress”
Xweziya min e li ser çi tiştê ku di jiyanê de pêrgî min tên, bi çavên xwe dibînim, bi destên xwe dipelînim, bi guhê xwe dibihîzim hevoksaziyeke helbestiyane li ser binîvisînim, mîna behremendê hestiyar di helbestê de tucar xwe nemirînim, dîroka tiralên paşverû bi zimanekî rizgar xwe jê daweşînim, ristên xwe mîna qerwaşan rêbaz nekim, ji şevê temen deyn nekim, bê perwa û paxav timî yawirê pênûsa azad bim, serhaweyên qûnaxê çaksaztir bigerînim.
Ji dil û can sipasiya desteya birêvebir ya rojnameya Bûyer dikim, û bi taybetî rêz û silavan bo mamosta Ebdulqadir Egît bavê Rewan û Ehmed bavê Alan rêdikim, û hemî xwendevanên malpera Bûyerpress sipas dikim.
Mihemedê Seyid Husên…komara Çîkya…22-7-2015
Ev hevpeyvîv di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (24) 1.8.2015