“Kê rê jê re vekir ku bighê Kobanî, wêran bike, bi erdê ve rast bike, û nêzî 300 gundê kurdan vala bikin . ya din çima berê wan kete Şingalê, û hemû dever lê wêran kirin, kî berê Da’iş dide Kurdan”?
Ehmedê Mûsê
Ji dema ku Da’iş derketiye, li ser dika siyasetê, hilkişandina wan ser dîmena civakî û siyasî, bi qeflan şervan tevlî wan bûn, û hêzek xurt, bi hejmarek mezin bêhtirîn ji Ereban, Erebên Sune, di vê herêma navbera Sûrya û Îraqê de, û bi lez cih û zemîn û parêzgeh standin, bû cihê pirsê ji hemû xelkan re, nexasim zanyarên Ereb û yên Ewropa û Emerîkan, ku van bi lez û bez nas bikin!?. Mixabin tenê zanyarên Kurda yê ku gereke berî tevan ew Da’iş nas bikin û xepartinê li ser çêkin, lê talda xwe dane vê tevgera ku dijwarî Kurd êşandine, û neketiye.! Bala wan tu şîroveyan li ser vê tevgera Radîkal çêkin û wan nas bikin. Dixwazim wek Kurdekî serî têxim naveroka van hovan de, bê çawa çêbûne? û kî li pey wan e? kî bêhtir ji wan qezencê dike? Tişta ku bêhtir xeyala mirov dikşîne pirseke giringe çima Da’iş anha derket? di qonaxa salên şoreşa ku navê Buhara Erebî lê dikirin, gelek pirs hene mane bê bersiv, û ne yek ji konevanê kurd jî yê sûrî li van pirsa vegerandiye? Mirov dixwest ji tevgera Kurdî bipirsiya û he wisa ji nivîskar û rewşenbîran jî, gelo hûn çawan van hovan dinerxînin?! Heger wan nas dikin, û ne bawer im ku wan nas dikin, ma gelo ji me re em wek gelê kurd giring e ku em dîroka tiştan zanibin, serserê tevî dîroka dijminê xwe, ku Da’iş Dijminek tûj û dijwarî bi serê me kurdan de anî, çawa evqas qad û zemîn ji Sûryê û Îraqê stand di rojên hindik de, Kê rê jê re vekir ku bighê Kobanî, wêran bike, bi erdê ve rast bike, û nêzî 300 gundê kurdan vala bikin . ya din çima berê wan kete Şingalê, û hemû dever lê wêran kirin, kî berê Da’iş dide Kurdan?. Ma rast e nizanin ku Kurd Misulmanên Sune ne û Şafihî ne? yan daxwaz jê qirkirina me bû, ku yê ji me jî bimîne sax, bibe qereçiyê nû li dinê belawelakirî be. Ya din çawa gihaye Lîbyayê, û Felata Misrê Sînaa, û Tûnis ê, ta Boko Heramê. Ya ji tevî bêhtir û pêwîst divê mirov nas bike ka armanca wan çi ye? û kete Yemenê de û serê xwe rakirin li Cezairê, û hêdî hêdî mîna kullîyan li hemî deverên Ereban pir bibin. Şaşîtiyeke mezin e ku em Da’iş veqetînin ji bûyerên ku li rojhilata navîn diqewimin, û nexasim em hin sedemên dîrokî bidin alî, ku jê re bingehin, û ya din ku ev birrê han di mislmantiyê de heye bi vê tûjbûnê. û kiryarê xerab wek serjêkirinê, şewitandina dijminê xwe, ne nû ye di dîroka mislmanan de. Mirov xwe dixapîne ku dîroka Xîlafeta Îslamî, ji kesê Ereb re ne derd e ku lê vegere, ev dîroka han ku di hemî madeyan de peyda dibe, di pirtûkên dibistanan de, ta zanîngehan jî. Ereb dîroka xwe ya kesayetî, bi dîroka Îslamê ve dihûne, û Îslam jê re nasnama wî ye. Lê ya ji me re lazim, ew çi dixwazin di van Dewletên han de wek yê me ew bi nav kirin berî niha. û gelo tenê wê sînorê wan ev dewlet bin? Tiştê li ser erdê ji me re dibêje, armanca Da’iş di vê qerebalix û gengeşa han de ew e ku xelkê vegerînin jîyanek bê nasname? Dixwazin dîrokê bizîvrênin hovîtiyê, û mirovan di jîyanek kevnar de bijînin, û ya kambaxtir ku dixwazin Netewan di nav xwe de ziwa bikin, û di bin alaya xwe ya reş de ku dibêjin ew alaya Mislmantiyê ye bijîn!. û pê re civakan ji ber hev bixîne. dimîne ji me re wek Kurd nas bikin gelo wê ev rêxistina han çiqasî ji salan wê dom bike, wê çiqas erdên din bistîne, çekan ji ku tînin, çiqas perê wan hene, çiqasî gelêrîya wan heye? ma rast e Da’iş nû çê bûye, yan wan destê xwe danîn ser birînên gelê sivîl yên Ereban, ku daxwaze wan vegerin salên Omer Bin El -Xetab, ku wan çaxan Ereb nîvê dinê kirin bin destê xwe bi navê belavkirina Îsalamê? yan ev gotin tev de ji bo armancek veşartî ye, ku di pêşerojê têkevin pêxêla Eyranê de, ya ku destê wê pir di nav dewletê Ereban de dirêj bûye . ev jî wê daxwzeke Tirkiyê be, ku destê Eyranê jê ke bi piştgirtina Da’iş . Evqas pirs bi rastî mirovê dixwaze ji xwe re bike derd û nas bike nîvê bersivê wê, ta ku mirov karîbe arîkariya milletê xwe bike, herî tevgera siyasî ya kurdî, xew ji xwe re kire kar.
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (24) 1.8.2015