Dr. Şepal Şelal Osê- Elmniya
Gazî û sed qêrîn û hewar
Welatê min dîse îro birîndar
Rondik xwîn e dîse ev car
wan Şehîdan li Qamişlo rakirin bar
mixabin agir li wan nebû sar
û ew xwarin mîna gurekî har
Gelo em kengî ji xwe radikin çar?
Birano ..hevalno.. zanano ..
bi bawer bin em ji dil nekin kar
wê bikeve ji qurim de ew dar
Na .. Na
bila em bidin dil û rewan
û serxwebûn nemîne raman
Biraderno hişîyar bin û bikin armanc niştîman
û tenê bi biratî yekdestî ava dibe Kurdistan
Ava bikin Kurdistan *
Ev helbest di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (24) 1.8.2015