Îdrîs Yûnis
Bûm beyanî dûrî welatê xwe
Koçber bû can û dilê min
Bîranîn wan rojê bê dawî man
Bîna valabûnê li kolana bîn dikim
Ax beyaniyê te çi kir
Bûm dîlek di tora neyaran de
Disotim bi agirê ezeziya mirovan
Konê birçîbûn û tazîbûn li ser sînor vaye dikele
Kuştin û lêdan li dora her dîwarê te tê pijirandin
Wax mirov çuqa tu erzanî
Xaka pîroz ji hinavê xwe dilorîne
Gorîcan û şehîdan davêje ji himêza xwe
Laşê kurda nema hiltîne di xaka xwe de
Wax dîroka devbixwîn
Tenê ji axîna dilekî kurd re dibêjim
Bes e ey jiyana go bi tîpê kuştinê dîrokê dinivîsîne
Zar û zîçên kurda bi xwe re dibe goristana birîndar
Eve qedera kurda go di guldana jînêde biçelmise
Hîn û hîn jî berdewam e
Ev helbest di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (24) 1.8.2015