Şefîq Îsa
Tu firmêskên xwe yên elmas
Ji wan çavan nebarîne
Li ser xaka hemî pîroz
Bê dengê berz bilîlîne
Û rahêje gulên rengîn
Li kêla min bialîne
Şehîd im ez
Li ser gornê bikin şahî
Nekin şînî..
Megrî metê
Min ranekin nû raketim
Nêrgiz li hawir kehniyan nû derketin
Stêr di tariya şevan de vêketin
Qumrî li ser ferxên çeleng
Dil bi aramî dilitin
Xwenên me hûnandin biken
Nema bi kul dihilqetin
Megrî metê..
Nema ji daran pel ji agir diweşin
Wê simbilên azadiyê di sîng jinê bixuşin
Vaye li govenda evînê bi hezaran dimeşin
Xwîna me bûye xecxecoka tev li welatê me geş in
Meta delal..
Zeviyê gulan bê av dimîne çelmisî
Hilma dilê min wê bide
Li her cihî li her kesî
Lê rûmeta warê bedew
Di destên hovan nekevî ne çewisî
Da lê bijîn Kurd serfiraz
Ne çavên kîn û dexesî
Ev helbest di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (24) 1.8.2015