Şivan Mihemed
Kulîlkên penaberiyê sitrî ne
Kenê li ser lêva ..
Sext e
Biran e ..heval in
Lê ..em çi ne!
Em kî ne?
Di nerîna wan de
Em diz in..
Sextevan in
Em bê ol in..
bê êl in
Revok in..
bê keramet in
Li ser riwê xwe em ketin
Na kardêş..
na heval
Na bira..
na kaka
Em tev de xwendevan in
Jîr in, lê bê şens in..
bê rêber in
Ji ewran em ketin cokê xwînê
Bê nas nekir rojek kînê
Binêre li qermîçonkê diya min
Bijmêre kesera..
ji Qamişlo ta vir
Her şev cane min li ser gora bavê min e
Lêbûrînê dixwaze
Min ne çand gulek ji bo laşê wî
Hûrdemê .. dawî
Nedîtim çavê wî
Nepirsin çima seqetim?
şevên dirêj beramberî xwedê mest im
Nepirsin çima bê hiş im
wek avê li ser agir dirijim
Ev helbest di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (24) 1.8.2015