Hêvî Qiço
Ji Erebî: Ekrem Osman
Bi ser şewqeke sermedî ve
Xwe pelû dikirin
Dehfkên ronahiyê
Ji ber kûrahiya bendewariyê
Jibîr dikirin
Di çariya dawî ji hêviya bendkirî de
Bi bêgunehiya xewna xweş
Mîna peleke Sundiyanê
Li ber bayê “Cîadê”
Ber bi mayînê ve, ketin
Mîna pelên ku di payîzî de
Li ber ba dibin
Pêlên hov li qiraxên rojê
Bi qulikên kîna zikreş re
Li hêviya mermera laşên wan bûn
Û hîn çî din?
Ma rêya ber bi Xwedê ve
Bi xwîna Xezalan divê bê avdan?
Buhuşt, di aşopa ehmeqiyê de peyda bûye
Agir dilovaniyê tenê li perestên xwe nake.