Salar Mela
Di wir re, çûm
Cihê ku di xwe de hilnayê û bêsînor
Lingê ku min
Ew li ber şopeke têr-av winda kiriye
Li wî geriyam, wek li tîrêjekê
Ku bêhna sipî jê difûre,
bigerim.
Çi bela ye
Sist û tevizî
Bêhnek têra xwe fireh diçe û tê.
Sermaya ku hemî navên zirav
Lê têwer bûne,
Destê xwe yê ku ji befira vemirî westiyayî, dide hev
Wek ku di hêviyê re, asê bimîne riyek
Yan ku xuya nebe tiştek
Nizanim,
Tiştekî ku naşibe xwe di her wextî de.
Dergehê ku bi xwe vedibe, min davêje dûr.
Tirêna ku di ber gundan re kal dibe, min ditirsîne, gazî tirsa min dike.
Siya xwe li cihên vala dibînim
Wek deqeke bi şewqê dagirtî
Yan baskekî bi zorê difire.
Kê gotineke xweş ji te re gotibe
Te birîn kiriye, wek hêlaneke dîl.
Çûyîn,
A ku bi xwe vedizile
Bi xwe teze dibe
Ev çûyîna ku hemî henaseyan dafirîne;
Her çûyînek, nemaneke bêhawe ye.
De min bikin
Wek ku hûn ji min hez dikin û li min didin
Di ve rewşê de;
Min bidin ber hesab
Hesabê her tiştê ku min nekiriye
Yan min bêhemdî xwe, ji ber we kiriye.
Bi hev re bimeşin;
Ey tiştên dijî-hev, tiştên wekî-hev
Berî ku
Wek tîfilên sar ên buharê
Bi lepan
Bên nixumandin.
Ev helbest di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (24) 1.8.2015