Demhat Dêrikî
Dibarin hêsirên çavan
Şehîdên me ser milan
Ew barana ji dayîkan
Ceger şewate ser wan.
Ev çi xake ev çi bêhn e
Ma tu têr nabe ji xwîn e
Gor pir dibin rêz dibin
De vebe gulê bes birîn e.
De hilat bibe roja welat
Pir pêşmerge bûne xelat
Dilên dayîkan bike buhar
Êdî bes e ev janên welat.
Ev helbest di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (24) 1.8.2015