Baran Baravî
Bi riwekî melûl li katjimêra destê xwe nerî, ew li ser Dwanzda bû, xelekên çavên wî fireh bûn. Û dema dengê zengil kete guhê wî de, bi lez da rê, da pêşiya gavên xwe di şûşa derî de wêneyê xwe dît, weke rewrewkê, dilê wî lihev ket. Destê xwe avêt çenglê derî dilê wî ji ber destê wî lihev ket, meşiya bêhna xwêdana wî lê geriya, dilê wî ji laşê wî li hev ket, dilê wî ji ber rewşa jiyana wî tevî lihev ket giha mal, gazindan xwe dabûn pişta derî dema wî derî vekir, tevan bi hev re xwe raperandin singa wî derket ji hundir, gewdê xwe li ser xakê raxist û devê xwe kir axê û bang kir: Xweda.. giyanê min bib..giyanê min bib…hewar ta bi xweliyê jî xwe li serê min nake.
Kêlîkekê bê deng ma, dengê kenê zaroka wî ji hundir hat bi lez xwe da hev, toza li ser xwe paqij kir û careke dî berê xwe da hundir, zaroka wî bazda xwe avêt himbêza wî, wî jî ramîsanek li ser rûkê wê danî û pê re keniya, di wê kêlîkê de kulên xwe tev jibîr kirin û di dilê xwe de got : De bila ez nemrim…hîna hêvî hene.!!
Ev çîrok di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (24) 1.8.2015