Seydayê Dilbirîn
Tu dibêje min kî ye, çi pirsek bê fedî ye
Tu ji torê hatiyî
Tu bê xak û welat î, li cemin qehweçî yî
Tu bin dest û kule yî, karê te li vir tune yî
Veger here warê xwe, cihê bav û kalê xwe!?
Tu dibêjî min tu kî yî, ev çi pirsek bêfedî yî
Dîroka min bixwîne tê zanibî ez kî me
Ez kurê Kurdistan im, mêrxas û qehreman im
Ji Azer ve ez Kurd im Kordoxê Helagurd im
Ez ne diz û pêxwas im tu dibêjî tu kî yî?
Çi pirsek bêfedî ye…
Ez ne Tirk û Teter im, ne jî Firs û Ecem im
Ji Horiyê Mîtan im ji dilê Kurdistan im
Ji Hewlêr û Amed im ji Qamişlo û Koban im
Miştenûr û Helenç im keleha berxwedan im
Tu dibêjî min tu kî yî, çi pirsek bêfedî ye..
Ji Dêrik û Efrîn im, Heseka dilbirîn im
Mihemedê Deqorî me, Hewara sînemê me
Şêx Seîdê Pîran im, berxwedana Doxan im
Qazî û Riza û Nehrî me, Maşûqê Xiznewî me
Seqiz û çarçira me, Enfal û Helebçe me
Tu dibêjî min kî yî?
Şingala birîndar im hêsrê çavê Vîyan im
Biqeşt ji vir herî, Kulîxurê bê fedî
Tu ji tuxmê Cesas î Kuleyb û Cerû û Çehşî
Ev der qada şêra ye, ne şînwarê rovîya ye
Bi destên zorî kara îro we lê pal daye
Tu dibêjî mi kî ye, çi pirsek bêfedî ye
Ez agirê Newroz im çiyayê Zaxros im
Ararat û Hemrîn im berxwedana Arîn im
Ez Guhderzê kurdî me Pêşmergê Berzanî me
Kişka nebî Nûh im xwediyê ala rengîn im
Ji Cûdî Ez hatme dunyayê, ev peyva xwedê dayî
Ew heştê qewmê kurd in, ji wan dunya vegirtin
Tu dibêjî min tu kî yî, çi pirsek bêfediî ye
Şînwarê min diyar e, dîroka min kevnar e
Ar û Newroz û jîn im Tîrêj û Cegerxwînim
Beyazîta Xanê me Nûriyê Hesarî me
Ez YPG şervan im cangorî Kurdistan im
Kilê çavên Zîlan im Rîhan û Bêrîvan im
Tu dibêjî min tu kî yî, çi pirsek bêfedî ye
Ebas û Nûredîn im Ednan û Mihyedîn im
Sirûda Eyreqîb im helbesta Dilbirîn im
Ev helbest di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (24) 1.8.2015