Fehîm Mûrê
Ev çi gotine? kî ji te re bêje buhar kurdûnde heye bawer neke û bêje: Derew e !
û kî ji te re bêje serkeftin bê evîn heye bêje: Derew e, îca pirs xwe diafirîne; gelo kê buhar kirî payîz?
Ev jî tê wateya ku xwezaîk suruştî heye di hêla demên salê bên guhertin. Û bela em ji bîr nekin ko her car buhar ji efnikê nûjen dibe û efnik carek din ji buharê tê afrandin û her wiha demsal têne guhertin.
Û jiyan berdewam e ti carî naraweste û çerxa felekê geh li jê re û geh li jor e û serkeftin geh li sîpan û geh li tar e, û evîna yarê ji dilê min dernakeve tortor e, û ez bawer im bi serkeftina xwe. Lê dûr nêzîk wê dem bê û em ê hevdû himbêz bikin û jiyan berdewam e bi saya sersersaxiya evînê û hebûna jînê ji ber ku hin bingeha jiyanê ye! Û ti carî jîn ne didûme ya eger jin ne tê de ba? lê em jibîr nekin ku jin dayik e û dayik evîn e û evîn jiyan e û serkeftin e ?!
Lê carek din em jibîr nekin dayik ziman e, û ziman şêrîn e û şêrîn xweş e û xweşî jiyan e !
Û dayik welat e, welat hêjay e, xwînê û xwîn bingeha jînê ye û jîn jiyan e û jiyan berxwedan e û berxwedan evînî ye û evînî yekîtî ye û yekîtî azadî ye û azadî serxwebûn e û serxwebûn hebûn e û hebûn ne dûmahî ye, lê despêk e û despêk evîn e û evîn himbêzkirine û hevgirtin e. Bijî hevgirtin.
Ev çîrok di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (24) 1.8.2015