Di derbarê destjêberdana komî de, ya ji hevbenda nivîskarên Sûriyê Hêviya xelkên Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên cuda, bi siyaset, netewe û mezhebên cihê, ew bû ku di riya şoreşa Sûriyê re ji yekramanî û yekrengiyê rizgar bibin. Vê yekrengiya ku ev pêncî salin li ser qirika xelkên Sûriyê mîna şûrekî bilind kiriye rê li ber nakokiyên civakî yên kûr, herwisa rê li ber hevnenaskirina xelkên Sûriyê vekiribû. Piştî ku rêjîmê berê şoreşê da şêweyê çekdarî, roj bi roj, şoreş ji armancên xwe bidûr ket. Aliyê din jî ew bû ku nikarîbû bibe xwedî rêveberiyeke birêkûpêk, xwedî bername û armancên diyar, da ku piştî guhertina rêjîmê bibe alternatîveke dirust. Vê yekê hişt ku şoreş bibe cihê destêwerdana hêzên derve, hetanû gihişte wê radeya ku civaka Sûriyê bi temamî ji armancên ku ji bo wan serî hildabû, dûr bikeve. Hêvî ew bû ku rewşenbîr jî di vê bobelata ku bi sedhezarên kuştî û mişextiyan li pey xwe hiştin, xwedî roleke berbiçav bin. Cihê mixabiniyê ye ku dengê top û tivingan hergav ji dengê rewşenbîran bilindtir bû. Lê hin xwediyên pênûsan cihê xwe, mîna hêzên leşkerî, li kêleka hêzên tarî girtin. Vê yekê hişt ku pûselê winda bikin. Bi vî awayî li şûna ku pênûs bibe alaveke belavkirina zanîn û têgihiştinê, herwisa bibe xwedî roleke rexnegir, ew bi destê bazirganên şer û keysbazên şoreşê bû alaveke kûrkirina nakokiyan. Para miletê kurd jî ji kuştin û koçberkirinê ne kêmî para xelkên din yên Sûriyê bû. Mînaka Kobanî, ku ji bajarên sereke bû yên li hember rêjîmê derketibû, li ber çavane, bê çawa bibû armanca êrîşên xedar yên Daişê. Bi vî awayî miletê kurd li rojavayê Kurdistanê bi hovtirîn hêza terorê ya cîhanê re rû bi rû ma. Tev wilo jî Kurdan dikarîbû vê hêza hov têk bibin û Kobanî rizgar bikin. Lê her ku hêzên kurd, hêzên parastina gel, serkevtinek bidestdixistin pêre jî kampanyayên reşkirinê ji hêla hin dezgeh û alî û pênûsên girêdayî rikberiya Sûriyê, çi kurd çi ereb bin zêdetir dibûn. Bi rizgarkirina Girî Sipî re ev kampanyayên reşkirinê gihiştin asteke bilind û yekîneyên parastina gel bi qirkirin û „paqijkirina etnîkî“ dijî turkmen û ereban hatin tawanbarkirin. Tev ku di rastiyê de hate xuyakirin ku ev tawanbarî bê bingehin, lê dîsa jî hewildanên xerakirina aramiya civakî li Sûriyê berdewam kirin. Li hember van êrîşan, hin pênûsên kurd yên welatperwer banga hişyariyê kirin û li dijî van êrîşên reşkirinê bêdeng neman. Yek ji van rûdanan ew bû ku hevbenda nivîskarên Sûriyê cihê xwe di nav wan aliyan de girt, ewên ku hêzên kurd tawanbar dikin. Jê biwêdetir, vê rêxistinê endametiya nivîskarê kurd Helîm Yûsiv ku bi helwestên xwe yên li kêleka miletê xwe tê naskirin, rawestand. Di encamê de hejmarek ji nivîskar û rewşenbîrên kurd û hevalên xwe bi hev re dest ji hevbenda nivîskarên Sûriyê berdan. Ev doza ku wekî doza Helîm Yûsiv hatibû binavkirin, piştî vê istîfaya komî ya nivîskaran bû dozeke raya giştî ya kurdan. Ji ber ku vê bûyerê asta nakokiyên kûr yên di civaka Sûriyê de û di qada wê ya rewşenbîrî de derxiste ber çavan. Em, weku yekîtiya nivîskarên kurd li Sûriyê, me ev bûyer şopandin û li benda zelalbûna encaman man. Niha jî, piştî ku dîmen zelal bû, em bi tundî vê helwesta hevbenda nivîskarên Sûriyê şermezar dikin û em vê helwestê nerast dibînin. Herweha em dozê li birayên xwe yên ku birêveberiya vê rêxistinê dikin, ku riya wê sererast bikin û li gor rêbazên xwe yên destpêkê tevbigerin, weku hevbendeke şoreşa Sûriyê û li nirxên wê xwedî derkeve. Weku yekîtiya nivîskarên kurd -Sûriyê, li Qamişlo, li rojavayê Kurdistanê, em piştgiriya xwe ji bo helwesta nivîskarên kurd yên istîfakirine nîşan didin. Emê bi her awayî vê helwesta wan biparêzin û ji kêlîka istîfakirina wan ve, em wan wekî endamên rûmetê yên yekîtiya nivîskarên kurd dibînin.
Yekîtiya nivîskarên Kurd – Sûriyê
21.07.2015