Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) eşkere kir ku serokê rêxistina radîkal a bi navê Xurasan a girêdayî rêxistina El Qaîdê, Muhsin El Fezlî di encama êrişa balafirên amerîkî de li Sûriyê hatiye kuştin.
Yek ji berdevkên Pentagonê bi navê Jeff Davis şeva borî ragihand, serkirdeyê rêxistina Xurasanê bi navê Muhsin El Fezlî destpêka Tîrmeha îsal li herêma Sermeda ya Sûriyê di encama êrişa balafirên amerîkî de hatiye kuştin.
Jeff Davis diyar kir ku Muhsin El Fezlî yek ji plangerên êrişa 11ê Îlona 2001ê ya li dijî avahiyên Navenda Cîhanî ya Ticaretê li New Yorkê jî bû.
Rêxistina Xurasnê girêdayî El Qaîdê ye ku serkirdeyê wê Muhsin El Fezlî ji Pakistanê çûbû Sûriyê.
Tê gotin, Muhsin El Fezlî heyamekî jî li Îranê mabû û wê demê Amerîka ji bo kesên ku li ser wî agahiyekî bidin rayedarên amerîkî, 7 milyon dolar xelat danîbû.
Par havînê jî El Fezlî rastî êrişa balafirên amerîkî hatibû lê nehatibû kuştin.
Rûdaw