Her yek li serokê Emerîka û Tirkiyê li ser rêgirtina li derbasbûna çekdarên biyanî bo Sûriyê lihev kirin.
Koşka Sipî bi beyanamekê ragihandiye ku Serokê Emerîka Barak Obama û serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di pêwendiyeke telefonî de li ser xortkirina hevkariya navbera herdu aliyan û çawaniya berengarbûna rêxistina terorîstî ya DAIŞ goftûgo kirine.
Li gor beyannameyê, Obama û Erdogan li ser bihevre karkirinê da ku Enqere çavdêriya zêdetir ya sînorê xwe bike û rêgirtina li derbasbûna çekdarên biyanî bo Sûriyê rêkeftin e.
Hêjayî gotinê ye ku di meha hezîrana borî de Barak Obama ragihand ku eger Tirkiyê hevkariya çavdêrî zêdetir ya sînorê xwe li gel Sûriyê bike û berpirsên Enqerê jî bi wê yekê tometbar kir ku çekdarên biyanî axa Tirkiyê bikartînin bo çûna şer li Îraq û Sûriyê.
Xendan