Aktorê navdarê amerîkî Sylvester Stallone ku zêdetir wek “Rambo” tê nasîn, eşkee kir ku dê fîlmekê li ser şerê DAIŞê çêbike. Hat gotin di wê fîlmê de şervanên YPG û hêzên Pêşmerge jî dê cih bigirin.
Rambo, li bajarê San Diego yê Amerîkayê di pêşangeha salane ya fîlm û romanên karton, ku wek kongreya “Comic-Con” tê nasîn, ragihand, dê li ser şerê DAIŞê fîlmekê çêbike û da zanîn, amadekariyên kişandina fîlmê dest pê kirine.
Rambo anî ziman ku navê wê fîlmê “Xwîna Dawî” (Last Blood) ye û beşek ji dîmenên fîlmê dê li Sûriye û Iraqê wer kişandin.
Hat zanîn ku di fîlma Rambo de dê Pêşmerge û şervanên YPGê jî cih bigirin.
Yekemîn xelekfa rêzefîlma Rambo, li ser şerê artêşa Amerîkayê li Viyetnamê bû. Navê wê xelekê “Xwîna Yekem” bû.
Rûdaw