Salar Salih
Divê ku hemû aliyên siyasî di Rojavayê Kurdistanê de, di rêveberiya herêmê de beşdar bin , çi ” Tev Dem” û çi “ENKS”, û çi partiyên dîtir heger çiqasî jî biçûk bin, qonax pir hestiyar e, û em bi pêwîstî rêkeftinekê ne di navbera hêzên siyasî kurdî de, dibe ku herdû alî vegerin rêkeftina Duhokê û wê bi şêweyekî rêkeftinî aktîv bikin, jiber ku dem ne guncaw e bo pêkanîna hilbijartinan.
Rojavayê Kurdistanê di qonaxek dîrokî hestiyar re derbas dibe, miletê Kurd rastî êrîşeke tund û dijwar tê, cenga hebûnê û tunebûnê ye, bûyerên vê dawiyê ku li Kobanê û li Hesekê rû dan, ew nîşaneke ku rêxistina Daişê hatiye avakirin ji bal dezgehên ewlekarî yên hin dewletên herêmî û navnetewî bi mebesta ku pirojeyên kurdî yê netewî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê têk bibin, ger ev piroje bi destê Daişê neyêt rûxandin, tê pêşbînîkirin ku hin dewletên herêmî bi rengekî yekser derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin da ku nehêlin Kurd azadiya xwe bidest bixin di herêmeke serbixwe de, wek dewleta Turkiyê ku serokê wê Erdogan gefa destêwerdana serbazî di Rojavayê Kurdistanê de li hêzên kurdî kir .
Da’iş çi ye? Da’iş rêxistineke li ser du ramanên serekî ava bûye:
1- Ramana ( El-cîhadiye Elselefiye ) ango Islama tundrew ya ku li ser serjêkirinê û “xezû û sebî” tê avakirin, ku dixwaze misilmanan vegerîne sinc û rewiştên ku beriya nuha bi 1400 salî pê dikirin.
2- Ramana nijadperestî û şovînizma Erebî, ku li ser wê kîna li dijî kurdan ya ku Rêjîma Ba’as li Sûriya û Iraqê li dijî kurdan dimeşandin ava bûye, û ew çanda Erûbî şovînî ya ku di mejiyê welatiyên ereb – regez de hatiye çandin.
Bi vî şêweyî rêxistina Da’iş hatiye avakirin ji Islamek tundrew û nijadperestiyek ereb bêsînor û li dijî pirojeyê kurdî bikar tê, Da’iş bi destê dezgehên ewlekarî yên dewletên herêmê hatiye avakirin û xurtkirin, lê bingeha wê di nav civaka erebên sunne mezheb de hebû, van dezgehan ew bingeh û ew raman li dijî Kurdan bi firehî çewisandin .
Çawa Kurd wê xwe li dijî êrîşên Da’işê biparêzin?
Da’iş tu carî ranaweste, wê êrîşên xwe li ser hemû deverên Rojavayê Kurdistanê berdewam bike, divê Kurd dijminê xwe baş nas bikin, niha dijminê me yê sereke Da’iş e, divê kes bi me nelîze wek gokê, divê ku em jî bibin lîstikvanekî serekî di Sûriya ya paşerojê de, lewra rûbirûbûna Da’işê divê li ser gellek astan bê kirin:
– Warê berevaniyê, divê ku hêzek hevbeş çê bibe, ji YPG û pêşmergên Rojava ,û leşkeriya neçar bête çespandin wek hemû artêşên cîhanê, jiber ku qonax pir dijwar û hestiyar e, û em bi pêwîstî berevaniyê ne.
– Di warê ewlehî de, her welatiyek di ber ewlehiya Rojavayê Kurdistanê de bigiştî berpirs e, ne tenê asayîş û polîs.
Xurtkirina hevpeymana civakî di nav pêkhatiyên deverê yên resen de, pêwîst e û erk e, û hem jî bereya hundurî xurt dike.
Divê ku hemû aliyên siyasî di Rojavayê Kurdistanê de, di rêveberiya herêmê de beşdar bin , çi ” Tev Dem” û çi “ENKS”, û çi partiyên dîtir heger çiqasî jî biçûk bin, qonax pir hestiyar e, û em bi pêwîstî rêkeftinekê ne di navbera hêzên siyasî kurdî de, dibe ku herdû alî vegerin rêkeftina Duhokê û wê bi şêweyekî rêkeftinî aktîv bikin, jiber ku dem ne guncaw e bo pêkanîna hilbijartinan.
– Di warê siyasî de, divê ku Kurd ji lîstikên Opozisyonê û Rêjîmê hişyar bin, devera kurdî jiber ciyopolîtîkya xwe ya giring û jiber abûriya xwe ya zengîn bi petrolê û genim, lewra herdû lay jî dixwazin ku kurd tune bin û ger hebin jî divê ku ji wan re destek bin, herweha herdû lay jî hewl didin ku bingehên xwe li herêma kurdî tebût bikin, ev xal giring e ji kurdan re jibo ku siyseta xwe ji dema bê re deynin, divê ku berjewendiya miletê Kurd di ser hemû tiştî re be, wek hemû welatên vê cîhanê ku berjewndiyên welatiyên xwe ji xwe re dikin armanc, û ev ya durist e di siyaseta navnetewî de.