Merwan Berekat
Eger tu bixwezî nasnameya netewî ya mirovekî winda bibe, û ew di neteweya te de were helandin, berî her tiştekî zimanê wî, bi wî bide jibîrkirin, û zimanê xwe bike zimanê mal û danûstandina hemû warên jiyana wî. Ev rastiyeke dîrokî ye.
Belê eger mirov li dîroka mirovahiyê vegere, û wê baş raçav bike, dê bibîne, ku gelek milet hebûn, lê roja îroyîn ne ew, ne zimanê wan û ne jî bermayên wan mane, û hin jî, hejmarine pir hindik û belawela mane. Ew miletan ne bi şer, ceng û nexweşiyan hatin tunekirin, lê belê sedema serekîn ew bû, ku ew li zimanê xwe xwedî derneketin û neparastin. Wan zimanê miletine din bikar anîn, û bi demê re ew di netewa wan zimanan de hatin helandin. Bêguman, di vî warî de, hertim rola destlatdarî û dagîrkeriyê hebûye. Tevlî ku hewildana şer û tunekrina zimanan, tucarî nakeve xizmeta avakirina şaristaniya mirovahiyê, lê mixabin di destpêka dîrokê de, û ta roja îro ev karê ne mirovane ji aliyê regezperest û şûfenîzman ve tê kirin.
Ji sed salan de dijmin û dagîrkerên Kurd û Kurdistanê bê rawestan, bi rêbaz û pirojeyên curbecur hewil dan û hîn jî, berdewam in, ku zimanê kurdî winda û dêris bikin. Lê xewnên wan yên şûfen û nijadperest her û her têkdiçin. Ji ber ku ronakbîr, rewşenbîr, zimanperwer, û hişmendên kurdan, ji ber parastin û reseniya zimanê Kurdî de kedeke bê hempa kirine, û ta astekê ew bi demê re nûjen jî kirine. Ew jî cihê serbilindî û şanaziya gelê Kurd e. Û Ji erkê her Kurdekî ye, ku geweremirovên kurd ên ku di riya pêşxistina zimanê Kurd de xebateke payebilind kirine wan ji bîr nekin.
Zimanê kurdî yek ji zimanên kevnar e, û di pêvajoya dîroka xwe de, û nemaze di serdema Mîdî û berî wê jî ya Mîtanî de, wî pir şaxên zanistê yên wan serdeman ji memikên xwe yên zimanî mêjandine. Ne tenê wisa, lê belê di wan serdeman de, ew wek zimanekî cîhanî jî, dihate naskirin.
Ji aliyekî din ve, zimanê kurdî bandorên xwe yên zimanî, li zimanên, ku bi wî re bûne hevsîror kirine, û ta roja îroyîn jî, pir ji bêjeyên Kurdî cihê xwe di ferhengên wan zimanan de girtine, û ewan bi kar tên wek zimanê Erebî, Tirkî, Farisî, û her weha di hin zimanên din de jî, wek Îngilîzî, Yûnanî.. û hwd. Lê.. ji ber ku zimanê kurdî ji sed salan de, nebûye zimanê destlatdariyê û ew ji qadên fêrkirin, perwerdekirin û hemû warên zanistê dûr maye, mirov dikare bêje, ku ew bi gavine pir fireh li baş demê maye. Ji ber wê jî, zor girîng û pêwîst e, ku kar û xebateke pir mezin û ji hemî aliyan de, ji bo vejîn, nûjenkirin, serastkirin û astebilindkirina wî were kirin.
Bêguman, dema ku em dibêjin ew li paş demê maye, û divê were vejandin, ew netê wateya ku zimanê kurdî hatiye pişifandin, û divê ji nû ve, were vejandin, lê belê, mebest ew e, ku em bikaribin wî bikin zimanê hemû şaxên zanistê yên vê demê, û wî bigînin asta zimanên serdema niha.
Ma gelo em ê çawa karibin bi şêwakî zanistî ji bo pêşxistina zimanê kurdî bixebitin, û pirsgirêkan çareser bikin?
– Gava yekem ew e, ku li ser asta Kurdistanê konfiranseke fireh ji zimanzan û pisporan were lidarxistin, û dê serkeftî û berencam be, eger beşdarên wê ji hemû zaravayên zimanê kurdî bin.
Di wê konfiransê de komît werin avakirin û kar were hilpesartin, û dê erênî be, eger ew bibe cihê biryarstandinê. Dê baş û pêşketî be, eger endamên beşdarî konfiransê pitirî zamanekî zanibin, û nemaze zimanên Erebî, Farisî, Tirkî û Îngilîzî, ji ber ku sê zimanên pêşîn badora wan baş li zimanê Kurdî bûye, û Îngilîzî jî, wek zimanekî cîhanî bandora wî li piraniya zimanên cîhanê heye.
– Zor pêwîst e. ku komelgeheke zimanê Kurdî were avakirin, û ew bibe lêvegera karûbarên zimanê Kurdî, û nemaze di warên danîna têrman, amadekirina ferhengan bi şêweyekî zanistî û çareserkirina pirsgirêk û serastkirina rêzimên.
– Hemû zimanên ku di dema niha de li cîhanê hene, belkî ew jî wek zimanê Kurdî pirzarav bin, lê bi yek abêyê ( alfabeyê ) tên nivîsandin, tenê zimanê Kurdî bi du abêyan tê nivîsandin. Di jiyana zimanê Kurdî de, ev pirsgirêkeke mezin e, û belkî di siberojê de, ew bibe cihê metirsîn û nakokiyine mezintir, ji ber wê jî, hem ji stenderda zimanê Kurdî, û hem jî, ji pêşeroja me kurdan re, girîng û pêwîst e, ku çarek ji vê pirsê re were danîn.
– Di van çend salan de, hin saziyên fêrkirina zimanê Kurdî ( Kurmancî ), li Bakur û li Rojavayê Kurdistanê hatine damezirandin, û her yekê ji wan metroyaline taybet bi xwe, amade kirine. Bêguman ew ta astekê xebatek erênî û sûdar e, lê metroyalên ku ji bo perwerdeyê hatine hatine amadekirin ewan, ne bi şêwakî zanistî ne, ji ber ku ew ji aliyê kesan ve, hatine amadekirin, belkî ew ne pispor bin jî. Ji aliyekî din ve, hevkayî di navbera wan saziyan de tune, ji ber ku her yek ji wan gêrdayî, yan jî nêzîkî partiyeke kurdî ye.
Ta ku jiyana zimanê Kurdî derbasî geşedaneke rasteqînî bibe, û nemaze di warê perwerdekirinê de, divê danîna metroyalan nebe dîlê biryarên siyasî. Ya rast ew e, ku ew ji aliyê kesên pispor ve, werin amadekirin.
Ev hin ji gavên ku pêwîst e dereng nemînin, û zor girîng e, ku em dest bi şoreşa geşedan, pêşvebirin û lêxwedîderketina zimanê xwe yê resen û xwedî dîrok bikin.
Belê… Ziman jiyan e, divê em li tenduristiya jiyana xwe, xwedî derkevin.