Besam Mistefa
Dem hatiye! Gerdûn di nava xwe de dikele. Kîn, zikreşî û çavsorî zêde dibin. Mirov di standina ruhê birayê xwe yê mirov de huner û dahênanê dike! Ev stêrk êdî têra hemû mirovan nake! Kuştin bûye karekî rojane û asayî. Niha tolstandin bûye diyardeya herî berçav li dinyayê. Her kes û aliyek heyfa xwe ji tiştekî dihlîne. Lewma dem hatiye ku êdî gerdûn bêdeng nemîne û tola xwe ji mirovan hilîne!
Gelo evîn tê bîra we? Evîna yarê û dayê û welêt û mirov û xwezayê? Evîn bi hemû reng û coreyên xwe. Evîna ku agir bi dilê evîndaran dixist û ew di nav komira işqê de vedigevizandin! Evîna Melayê Cizîrî bo Selmaya ku Mela pişta xwe dida kevirekî û helbest li ser wê dihûnandin, piştre jinan bi arî û germiya wî kevirî nanê xwe dipehtin!.
Evîna Mem û Zînê, Las û Xezalê, Siyamend û Xecê û Ferhad û Şêrînê ku di helbest û dastanên helbestvanên me de hatin nemirkirin û ji bo hetahetayê bûn malê nifşên nû yên ku bi navê evînê bihîstine lê hîn bi dîtina wê şa nebûne!.
Hinek kes serdema me wek serdema lezgîniyê bi nav dikin. Di vê serdemê de, bêhn li evînê hatiye çikandin. Her tişt bi lez e, zû ye, zahirî û serve serve ye. Dem ji kûraniyê re tune, dem ji ponijînê re tune, dem ji evîn û evîndariyê re tune. Teknolojî lez û lezgîniyê dixwaze. Her tişt divê kurt be, bilez be. Stran divê zû xwe bêjin û biqedin. Dem ji wan re jî tune.
Evîn girêdayî ye, lê mirin bi das û çakûçê xwe palehiya canên windayî yên mirovan dike. Qencî zindankirî ye, lê xirabî bi çar dest û baskan şûn bi şûn û welat bi welat digere. Biratî qels dibe. Xêrkarî lawaz dibe, lê tûrikên şer hemû vebûne û pelîd bi azadî digerin. Pelîdên herî mezin, ango mirov, mîna seg û kûçikan ketine canê hev û goştê hev dixwin. Ev e encama veqetîn û dûrketina mirovan ji xweliya xwe ya pêşîn, ji xwezayê, ji siruşta pak, ji çem, ji çiya, ji kulîlk, ji gulan, ji dol û newalan.
Mirovan bi dirêjiya hezarên salan û bi kar û kiryarên xwe yên xirab û kurtbîn, gerdûna delal û xweşik ya Xwedê wêran kir. Tew bi vê yekê jî qayîl nebûn, lê rûyê xwe xistin rûyê xwezayê û şer li dijî wê ragihandin! Cîhana nazdar û bedew şemirandin û cîhaneke xeyalî afirandin! Lê çawa mirovan bi gotina Marx, pere afirandin û bûne kole û evdên wan, dê bibin koleyên vê cîhana ku bi destê xwe afirandin jî.
Dema evîn dimire, mirin zindî dibe. Hovîtî, xwîn, term, tundî û kuştin li her derî belav dibe. Mirov bi evînê heye, lewma dema evîn namîne, mirov dibe kelûmela herî erzan û kelevajî. DAIŞ û bi dehan xwişkên wê peyda dibin û zarokên bêguneh di xew de tên kuştin…
Dem hatiye! Gerdûn di nava xwe de dikele. Kîn, zikreşî û çavsorî zêde dibin. Mirov di standina ruhê birayê xwe yê mirov de huner û dahênanê dike! Ev stêrk êdî têra hemû mirovan nake! Kuştin bûye karekî rojane û asayî. Niha tolstandin bûye diyardeya herî berçav li dinyayê. Her kes û aliyek heyfa xwe ji tiştekî dihlîne. Lewma dem hatiye ku êdî gerdûn bêdeng nemîne û tola xwe ji mirovan hilîne!