Luqman Silêman
Bawer im ku vegera DAHÎŞê bi vê hêzê li Îraqê hinek tevlîhevî çêkir, gelekan di got ku Malikî piştgiriya DAHÎŞê dike, rast e di demekê ji deman de alîkariya wan dikir lê di siyasetê de dostê ku her dem dost be nîn e, ne jî dijminê ku her dem bimîne dijmin heye. Ez dixwazim em hinekî li doseyên herêmê bigerin ka ev dose bi kû de têne dehifdan.
Ji despêka şoreşa Sûriyê û Misrê de hevrikiyeke kûr di navbera Qeter û Turkiyê ji rexekî ve û Erebistana Siûdî ji rexê dî ve hebû lê di her qunaxê de Qeter û Turkiya zora Siûdiyê dibirin.
Dema ku Ixwan li Mesrê bi alîkariya Qeter û pîrozkirina Turkiyê bûne desthilatdar, Siûdiya ji aqilê xwe derket, ew yek bû sedema ku di navbera Siûdiyê û Emerîka de nexweşî derkeve holê. Di vê navê de Rosiya xwest derbasî ser wê xeta dilmaniyê bibe û Misrê ji Emerîkayê bidize..
Siûdiyê xwest Qeter pîs bike, ji lewma ji meclisa alîkariya kendavê berdayê, piştî vê gavê Emerîka xwest Siûdiyê razî bike ji lewma dema ku Sihûdiyê jê re got va wê Ciniral Sîsî destê xwe deyne ser Misrê û pêwîst e ku tu pîroz bike û ermerîka mecbûr ji Sîsî re pîroz kir, bi vê gavê Siûdiyê destê Qeter ji Misrê birî lê Siûdî li vir ne sekinî, berê xwe da DAHÎŞê û xwest wê jî ji destê Malikî derxe. Ta ku DAHÎŞ ji destê Malikî derxe gerek e ku karekî nû û alîkariyeke ji ya Malikî û Eyranê bihtir bide wan. Siûdiyê xwest Qeterê jî di vir de bi xwe re bike hevpar ji ber ku rewşa Îraqê ji welatê kendavê re ji Sûriyê bi gelekî giringtir e, ji ber vê yekê Siûdiyê destê xwe dirêjî nav êlên Erebê Êraqê kir û pere û çek bi ser wan de rijandin û li kiryarên ku Malikî li îraqê li dijî Sine dike xwedî derket..piştî ku nas kir ku wê rewşa Sûriyê dirêj bike û wê Beşar jî bimîne yê hakim, lê mana Malikî û Beşar bi hev re ji wan re problem e. Heger ku em rewşa Sûrî û ya Êraqê bidin ber hev wek nexşe û wek milet bêgoman giringiya Îraqê ji welatê kendavê re bihtir heye, lewma DAHÎŞ bi vê hêzê û di vê demê de derket ser avê da ku di rojên bê de Siûdî bikaribe bazarê li ser mana Beşar bike?
Yan wê Eyran destê xwe ji Sûriyê bikşînê û bi Îraqê bigre û yan wê destê xwe ji Îraqê bikşîne û bi Sûriyê bigre ji ber ku biriyar li Sûriyê ne ya Sûriyê ye, ne jî li Îraqê ya Îraqiya ye, çarenûsa herdû miletan ketiye destê Siûdiyê û hemahengiya wê û li rexê dî jî ketiye destê Eyran û hemahengiya wê…