Roja yekşemê li bajarê Qamişlo, kongira yekemîn ya parêzeran li hola Melekiyê, bi amedebûna hejmarekê ji parêzeran û nûnerên partiyan û saziyên civaka sivîl ji hemû pêkhatên kurd, ereb û siryan li dar ket.
Kongirê bi bêhnek bê deng li ser canên pakrewanan dest pê kir, paşê serokê encûmena zagonsaziyê di kantona cizîrê de, birêz Hekem Xelo gotina encûmena zagonsaziyê ya Rêvebiriya Xweserî pêşkêş kir, bixêrhatina hemû mêvanan kir û konfiransa wan pîroz kir.
Xelo tekez kir li ser giringiya rewşa awarte ya ku gelê kurd tê de derbas dibe û got ku civaka ku di bûyer û rewşên xwe de ne beşdar be wê civakek ne serkeftî be, ji ber dîrok jî wiha dibêje ku civaka amade be, ewê karîbe paşerojeke baş binivîsîne.
Piştre, cîgirê seroka desteya mafên mirovan Derya Remedan gotina xwe got û serkeftin ji wan re xwest û got ku danîna zagonan erkê we ye û herwiha belgekirina zagonên navnetewî yên ku mafên mirovan diparêzin. Ji ber ku riya dadweriyê ew riya herî rast e ku mafên mirovan biparêze. Paşê li ser wekheviyê di navbera jin û mêran de tekez kir û herweha di navbera hemû pêkhatan de ji kurd, ereb, siryan û aşûrî de.
Parêzer Evîn Xelo cîgira seroka desteya dadweriyê sipasiya mêvanên amadebûyî kir û li ser girngiya vê saziyê di van rewşên zehmet de tekez kir û serkeftin ji wan re xwest.
Birêz Ilham Ehmed gotina TEVDEMê pêşkêş kir, li ser pêwistiya vê kongirê tekez kir ji ber dikare parêzeran bi rê bixe, herwiha parêzer karibin erkên xwe hilgirin. Ilham Ehmed anî ziman ku hinek parêzer ji karê xwe direvin û ew xaleke neyînî ye.
Kongirê berdewam kir û gelek xal hatin gengeşekirin, pênc kes hatin hibijartin ji bo rêveberiya vê saziyê. Herwiha konfirans bi hilbijartina du kesan wek hevserokatiya vê saziyê bi dawî bû.