Duh (22.6.2014) ji ber krîza dil dayîka serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed li nexweşxaneya Behlol ya bajarê Dûbey li Imarata Erebî di temenê 79 salî de canê xwe ji dest da.
Rojnameya Mearîf ya Îsraîlî ragehand ku dayîka Beşar Esed Enîsa Ehmed Mexlûf ji ber krîzeke dil canê xwe ji dest daye. Herwiha heman rojnemeyê behsa jiyana wê kiriye ku Enîsa Mexluf sala 1934’ê li bajarê Laziqiyê ji dayik bûye û di sala 1958’ê de bi serokê berê yê Sûriyê Hafiz Esed re zewiciye.
Di vê derbarê de endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û mixalefeta Sûriyê Heysem El-Malih li ser pêgeha xwe ya Twitterê wiha nivîsiye: ‘‘Nûçeyên netekezkirî hene dibêjin ku Enîsa Mexluf diya Beşar Esed li nexweşxaneya Behlol de li Dubeyê miriye lê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve bi fermî nehatiye ragehandin.’‘
Herwiha Konsulê Amarîkayê li Sûriyê berî niha ragehadibû ku dayîka Beşar Esed Sûriye bi cîh hiştiye û li ba keça xwe Buşra li Dubeyê dijî. Wek tê zanîn şeş zarokên Enîsa Mexlûf hene û navê keçeke wê Buşra ye ku ya herî mezin e. Buşra piştî kuştina mêrê wê Asif Şewket (cîgirê wezîrê berevaniyê) ji aliyên Artêşa Azad ve zarokên xwe birin derveyî Sûriyê û li bajarê Dûbeyê bi cîh bû.
Hêjayî gotinê ye ku piştî mirina mezintrîn kurê Hafiz Esed Basil Esed bi bûyereke Trafîkê birayê wî Beşar Esed hat amadekirin bo wergirtina postê serokkomariya Sûriyê û piştî mirina bavê wî ji sala 2000î ve heta îro Beşar Esed serokê Sûriyê ye.
BasNews