“Mirov nizane bê wê ji ku destpê bike !!”
Lê gelo sedem çine ku miletê Kurd hetanî ku şer neghê ber deriyê wî şiyar nabe.!?
Sedem çi ne ku tenê dema xwîna Kurdan bi destê dijmin tê rijandin em nû dilivin û li çareseriyan digerin?
ji destpêka şoreşa Sûriyê û her kesî dizanîbû ku ev agirê ku pêket wê ter û hişk bide ber xwe, tevgera Siyasî a Kurdî li Sûriyê berî her kesî xwe bi rêxistin kir ji bo ew karibe amade be bo her guhertineke ku wê ev şoreş bi xwe re bîne û komcivîna ku li Hilêlîkê hate lidarxistin yak ji wan komcivînên ku ji bo vê mijarê bû, di pey re gelek komcivîn hatin lidarxistin ji bo yekrêziya Kurdî çêbibe û sînorek ji perçebûna laşê tevgera Kurdî re bê dayîn, encûmen û komele û rêkeftin lidar ketin.
Hêzên Kurdistanê ên sereke ji destpêka şoreşa Sûriyê de bengewazî Kurdên Rojava kirin ku xwe bikin yek ta ku amade bin ,lê ew ramanên teng ên kesayetî û partîtî bûne rêgir ber hemû wan bengewaziyan, di vê mijarê de em naxwazin sedemên têkçûna wan rêkeftinan bidin xuyakirin bi qasî ku em dixwazin çareserîkî bibînin, ku em karibin bi bandor bin di parastina miletê xwe de û em bighên wê baweriyê ku dem qediya û şer hate ber derî û dem bûye dema hebûn û tunebûnê.
Vaye li Kobanî komkujî di derheqê gelê Kurd de têne kirin, şer derbasî bajarê Hisiça bûye, bê dilovanî rêxistina Da’iş a tundrew tawanan dike, kolanên bajarên Kurdan ji penaberan tije bûye, û em hîn mijûl in bi nakokiyên xwe.!!?.
ev demeke heft partiyên kurd ên ku ji dervî tevgera civaka demuqrat (Tev-Dem) in, û encûmena Kurd li Sûriyê (ENKS), bangewaziyê dikin ta ku karê lêvegera Siyasî û rêkeftina Dihokê bê ektîvkirin, û hemû nakokî û kêşeyên ku bûne sedem di ber ne çalakirina vê rêkeftinê bêne hilanîn, lê bersiva ku ji hin partiyên (ENKS), derket ewbû ku ev bangewazî pîlaneke û rêkeftina Dihokê bê şert û merc nayê ektîvkirin,û (Tev-Dem) bi tena serê xwe karan dike û ew sûcdarê ku kêşe û karesat têne serê gelê Kurd.
li vir hin pirs hene têne kirin? Heger em berdewam bin di gazin û xeyda partiyên Encûmena Kurdî de, û rijdbûna (Tev-Dem) ser kar û biryarên xwe de, wekû dibêjin wê “Hasil Bighê Mûsil”, û wê bajar û bajarokên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bibe yarîgehek ji rêxistina Dewleta Islamî “Da’iş” re.
Di baweriya min de her tişt û xalên cihê gengeşê têne paşxistin ,çimkî wekû me di destpêkê de diyar kir ku dem bûye dema man û nemanê, û bangewaziya her heft partiyên lêvegera siyasî bangewaziyeke û daxwazeke kurdayetiyê ye, bo rê bê girtin berû pêşketinên rêxistina “Da’iş” ber bajarê Kurdan ve.
zingilê metirsiyê lê da, û pêwîst e ku bi lez rûniştinek bê kirin, bi amadebûna hemû partiyên Kurdî, û di bin siya Lêvegera Siyasî de hetanî ku pirojeyek demkî bê dayîn û rewşeke lihevkirinê di navbera hêzên Kurdî de çêbibe û bi hev re di riwê hemû aliyên ku hewl didin miletê Kurd pêpar bikin, ji encamên ku wê di paşeroja Sûriyê de bên kirin.
çimkî heger ev dûrbûn û tewankirina van partiyan ji hev re wê tu qezenc û sûd jê newê!!
Îro roj erk û stûbariyeke mezine, ku mirov li xwîna wan zarok û kal û jinên ku li Kobanî têne kuştin û penaberiya xelkên me li bajarê Hisiça xwedî derkevin.
zingilê metirsiyê lê da û şer hate ber deriyê me, gelo heye ku hêzên Kurdî destên xwe bidin hev û bi yek gotin û bi yek helwestê di riwê hemû pîlan û kiryarên ku tê ne kirin li ser serê gelê Kurd rawestin û êdî berevaniyê bikin.?
pirseke û divê bê bersiv nemîne çimkî ev derfet a dawî ye, û heger em li hev guhdar nekin û bi rewaneke kurdewarî kêşeyên xwe çareser nekin wê tenê zirar bighê gelê me û pirsgirêka Kurd li Rojavayê kurdistanê.
Ev gotar di hejmara 22an ya Rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin 1/7/2015