Sultan Tamo
Li Rojavayê Kurdistan, ev Sê sale şoreşek rasteqîn heye. Berdewamî û rastkirina şoreşa gelê Sûrî ku ji zarokên Deraa destpêkiribûn, lê bi destwerdana hêzên herêmî mîna Qatar û Saûdiyê û dewleta Tirk hate fetisandin, û zîvirî qadeke şerê hêzên tarî û tundrew, ku tenê gelê Sûrî li Deraa, Heleb, û Hums qelenê wê bi xwîna xwe dan. Lê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistan, êşa gelê Sûrî bi giştî pê re par vekir, lê dixwest bêje ku nasnameya min jî heye, rengekî din, çandeke din, dîrokekî min ya kûr heye, û ez ê vê şoreşê bi rengê xwe û raman û rêbazên xwe yên welatparêzî bidim meşandin, bê ku ez bibim xulamê tu welatên herêmî. Bi vê rêbazê Rojavayê Kurdistan, dikarîbû civaka xwe bi rêxistin bike û saziyên xwe ava bike, û hêzên parastinê mîna YPG û Asayişê bide avakirin, û li hember çemberê û lîstikên dijminan, û êrîşên rêxistinên terorîst mîna Daiş û Cebhet Al-Nusra û Ahrar-Alşam, tenê bi çanda berxwedanê û hêviya serkeftinê û fedekariyek mezin bi ser bixe û Rojavayê Kurdistan biparêze.
Di demê borî de, her dijminekî Kurdan mîna rêjîma Baas û dewleta Tirk, dema dixwest êrîşî kurdan bike, rêxistinên tunderew mîna Cebhet Al-Nusra û Daiş û gelek rêxistinên din, bi çek bike û rê ji wan re veke ku, êrîşî Kurdan bike û rê nedin ku Kurd hêza xwe çêbikin û xwe berfereh bikin, ev yek li deverên cuda cuda derket holê. Ji Serê Kaniyê bigir ta Cezaa, ta herî dawî li Kobanê û Hesekê, pir diyar û eşkerebû ku kî bi navê Daiş êrîşî Kurdan dike. Destana Kobanê ku, Xort û Keçên Kurd bi wxîna xwe nivisandin, yek ji bêbextiyên ku rêjîma Sûrî û dewleta Tirk li hev kiribûn û yekser destê wan li pişta Daiş bû. Rêjîma Sûrî ku Sê baragehên xwe yên leşkerî radestî Daiş kirin ku êrîşî Kobanê bikin, di heman demê de hevkariya dewleta Tirk û Daiş pir bi wêne û vîdeo hatin piştrastkirin, û Erdogan pir eşkere digot: “Du saat mane, ew ê Kobanê bikeve”. Ya ku bala me dikşîne ewe ku, di dema li darxistina zinara Erebî de, û anîna Erebên Firat ber bi herêmên Kurdan de, dîsa dewleta Tirk sînorê xwe asê kiribû, weke ku çawa vê dawiyê tankên wan di ser Kobanê re bûn. Ev dihêle ku mirovê Kurd bighêje vê rastiyê “çiqasî dijminên Kurdan, dijatiya hev bikin, lê ew li hember Kurdan herdem yek in”.
Piştî berxwedaneke mezin ku Cîhan pê hejiya, YPG û YPJ û Pêşmerge û bi alîkariya hevpeymana navnetewî, dikarîbûn Kobanê paqij bikin û çeteyên Daiş ji herêmên xwe dûr bixin, û korîdorek bi xwînê di navbera Kobanê û Cizîrê de bidin vekirin, bi rizgarkirina Girê Sipî û gavek li ser rêka yekbûna herdû kantonan bidin avêtin. Rizgarkirina Girê Sipî û dûrxistina çeteyên Daiş ji herêmên Kurdî, û pêve girêdayî sekeftina partiya HDP di hilbijartinên Tirkî de, dîsa dijminên gelê Kurd har kirin. Rêjîma Sûrî ku herî dawî bajarê Tedmur û cebilxaneyên mezin yên çekan radestî çeteyên Daiş kirin, û amadekariya êrîşên berfereh li bajarê Hesekê kirin, ku niha di vê rojê de pêk tê, pêve girêdayî ew çeteyên Daiş ku ji Girê Sipî reviyan ber bi Tirkî de, ji hêla dewleta Tirk hatin bi çek kirin û derbasî Kobanê bûn, û komkujiyek ku 152 xelkên sivîl yên Kobanê bûn qurban. Daiş tenê alavek ku dijminên gelê Kurd li hember Kurdan wê bi kar tîne, pir eşkereye ku rêjîma Sûrî û dewleta Tirk vê nameyê dixwazin bidin Kurdan “em ji serkeftinên we û destkeftiyên xemgîn û kîndar in, û tucarî vê yekê qebûl nekin, û em ê ewlekariya herêmên we xirbikin”, serokê Tirkî Erdogan ev yek pir eşkere di gotina xwe ya dawî de got, û rêjîma Sûrî pir vekirî, serokê Êlên Ereba yên girêdayî xwe şandin Îran, ji bo destek girtina leşkerî û maddî û bi çekkirina wan ku, şerekî di navbera Kurd û Ereban de vê carê bidin derxistin. Îro li Hesekê ev lîstik tê meşandin, dibe sibe li Tirbespiyê û Girkê legê be, çima ewê rojekê ne li Qamişlo be? Herî dawî eşkere bû ku hemû pîlanên dijmin bi rêka van rêxistinên İslamî û tunderew, bi armanca binxistina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye, û Daiş dijminekî demkurt yê gelê Kurde. Lê dijminên dîrokî û demdirêj û bêbext rêjîma Sûrî û dewleta Tirke, û van herdû dijminan, Daiş ji xwe re bikar tanîn li hember Kurdan.
Ev gotar di hejmara 22an ya Rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin 1/7/2015