Idîs Hiso
Roja Înê 25 Hizêranê 2015 Rojavayê Kurdistanê, Komkujiyên Kobanê, êrîşên DAIŞê li bajarê Hesekê û hewlên têkbirina aramî û pêkvejiyanê li wî bajarê xweşewîst di demekê de hatin holê ku Şervanên Kurd li gel alîgirên xwe ji Ereb û Xiristiyanên Rojavayê Kurdistanê serkeftinên mezin li dijî têroristên DAIŞê li Girê Sipî û bajarokê Ên Îsayê bidest xistin û di heman demê de helmetekî bê rewişt û xwedî bandorek pir xirab ji hin kesayetî û rêxistinên opozisyona Sûriyê li dijî serkeftinên Kurd û miletên Herêma Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û kesayetiyên ku digotin em ji bo Sûriyek nû xebatê li dijî rêjîma Sûriyê dikin, diyar bû ku ew wek dengê şofînî û kultêrxurên Erebên Sûriyê ne, û hat diyarkirin ku ew û alîgirên DAIŞê hevalin û hat diyarkirin ku kolene, helwêst û gotinfiroşin, dema ku ew li dijî rizgarkirina gundewarê Cezîr, Kobanê û Reqayê radiwestin û tuhmetên bê belge û bi mebesta xenqandina pêkvejiyanê û durustkirina şer û jinavbirina aramiyê li Rojavayê Kurdistanê Kurd û Şervanê Kurdan wate YPGe ku di nava xwe de rêjeyek mezin ji Ereb û Siryanên Rojavayê Kurdistanê dihewîne bi koçberkirina Ereban, kuştina li ser binemayê regeziyê, valakirina gundan, perçekirina axa Sûriyê û hin tuhmetên din ku belku ji tuhmetên rêjîmê di dema ku rêjîm li ser lutka hêza xwe bû xirabtirin.
Êdî bi êrîşên DAIŞê bo ser Kobanê û kiriyarên wê yên hovane li dijî Kurdan (bi taybet Kurdan) li gundên wan, kuştina zarok, jin û pîremêrên Kurdan û helwêsta aliyên opozisyonê ya xav û bê rewişt her tişt eşkere kir û da diyarkirin ku bê kî kultêrxur e û kî xwedî nerîn û bername ye bo Sûriyek nû. Xudan bername û program, heger em li gel wê bernameyê bin an em ne li gel wê bin lê mirov gerek nekeve gola xiyanet û bê rewiştiyê ew gola ku Hevpeymaniya Sûriyê xwe tê werkir û ifnka xwe ya Efleqî eşkere kir.
Kiryar û komkujiyên DAIŞê li dijî kurdên Sivîl piştî helmeta fireh ji aliyê hin xwe firoşên Ereban ku xwe wek pêşengên şoreşa Sûriyê hesab dikin ew hêzên şofînî eşkere kirin û her tişt bo miletê Sûriyê hat zelalkirin, ne tenê bo miletên Sûriyê belku bo civata navdewletî jî lewma ez matmayî nemam dema min nûçeya ku bêhtirên endamên Hevpeymaniya Sûriyê ji aliyê Amerîka ve wek Têror hatine qeydkirin û derbas bûna wan bo Amerîka hatiye qedexekirin.
Êdî ji pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê re hatiye eşkerekirin ku kîjan alî bazarê bi xwîna wan dikin û kîjan alî xwedî piroje û mafxwaz in.
Di daxwaza pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê de miletê Kurd li wî beşê Kurdistanê pêşengê xebat û hilgirê alaya demokratî û pêşketinê ye, lewma îro bêtir ji hemî deman erkê ser şanê hêzên Kurdî girantir dibe û tê xwestin ku mala kurdî bê serastkirin û li ser berjewndiyên miletê Kurd bighên yek tîfaq û rêkeftinê, ne tenê jibo pêkanîna mafên Kurdan lê belê ji ber ku bi pêkanîna mafê milêtê Kurd li wî beşê kurdistanî parstina mozayîka şaristaniya wê herêmê tê parastin û rêz ji mafê mirovan re tê girtin û rê li ber xwefiroş û şofîniyên ku bi şîr û ramanê Efleqiyan hatine xudîkirin tê girtin.
Ev gotar di hejmara 22an ya Rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin 1/7/2015