Rewşa bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê aloztir dibe. DAIŞê dest daniye ser tevahiya taxên ereban, taxên kurdan hêj di destê YPGê de ne, herwiha çekdarên rêjîma Sûriyê jî tenê hinek ji navenda bajêr di destê wan de ne.
Li gorî agahiyên Rûdawê, ku ji jêderekî ji nava Hesekê wergirtiye, piştî ku hejmarek zêde ji leşker û çekdarên artêşa Sûriyê xwe teslîmî şervanên YPGê kirin, niha rêjîma Sûriyê bi lawazî tenê li çend cihên nava bajêr maye û tevahiya çek û çeperên xwe yên din teslîmî hêzên YPGê kiriye.
Li gorî çavkaniyên Rûdawê, DAIŞ hewl dida şer bibe nav taxên kurdan yên li bakur û bakurê rojhilatê bajêr jî, ew jî bi taybetî piştî ku çend rokêt û top avêtin ser taxa Salihiyê, lê piştî ku hêzên rêjîmê çeper û xalên xwe dan YPGê, şervanên kurd rûbirûyê DAIŞê hatin û nehiştin ew çekdar derbasî nava taxên kurdî bibin.
Niha herdu taxên Neşwa rojhilat û rojava, herwiha taxên Lêlik, Xiwêran, rojhilatê Ezîziyê û Ebû Hemşe yên başûr û başûrê rojhilatê bajêr kontrol kirine, herwiha taxên Salihiye, Ezîziyê Rojava, Muftî, Nasra, Kelasê û Tilhecer di destê kurdan de ne û rêjîmê jî çend xalên dan wan hêzan beriya ku vekişin nava bajêr.
Li gorî agahiyan, niha hezar û 500 şervanên YPGê û 400 çekdarên berevaniya milî, li hember 2 hezar çekdarên DAIŞê rawesta ne, herwiha balafirên rêjîma Sûriyê li navend û cihê DAIŞê didin û balafirên hevpeymaniya navdewletî jî li derveyî bajê li çeper û navendên DAIŞê didin.
Balafir niha li 2 taxan didin
Peymanêrê Rûdawê ji Hesekê ragihand: “Balafirên rêjîmê niha li danê sibehê li herdu taxên Neşwe û Xiwêran li çeper û navendên DAIŞê didin.”
Rewş li bajêr aloztir dibe û şer berdewam dike. Ji ber wan şer û pevçûnan, piraniya xelkê ji malên xwe bar kirine û hejmara here zêde ji wan berê xwe dane bajarên Rojavayê Kurdistanê.
Rêxistina Asurî ya mafê Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand: “Hezar û 300 malbatên xiristiyan û asurî ji bajarê Hesekê bar kirine û berê xwe dane bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê. Herwiha hejmarek malbat berê xwe dane bajarê Dirbêsiyê û Til Temirê.”
Wê rêxistinê ragihand: “Piraniya wan malbatan di dêr û dibistanan de bi cih bûne, herwiha yên din jî li nava malên xelkê bi cih bûne.”
Rûdaw