Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hêrişa çekdarên terorîstên DAIŞ bo ser Kobanê şermezar dike û berevanî û berxwedana şervanan jî bilind dinirxîne û radighîne ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji her alîkariyekê ji bo Rojavayê Kurdistanê weku her car amade ye.
Berdevkê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê hêrişa terortîstên DAIŞ bo ser Kobanê ev daxuyanî da:
Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi tundî hêrişa terorîstên DAIŞ bo ser bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û mixabin li hindek cih welatiyên sivîl bi komî hatine kuştin û tawanên dijî mirovatiyê hatine encamdan ku eve jî diçe çarçoveya tawanên din yên derheqê gelê Kurdistanê û mirovahiyê de hatine encam dan.
Her weha em berevanî û qehremantiya şervanan û berxwedana gelê xwe li Rojavayê Kurdistanê bilind dinirxînin, ku cara berê me ev peyama xwe ji terortîstan re ragihandibû ku pîlanên wan yên nezokî ji bo dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê wê hertim bi binkevin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştevaniya gelê xwe li Rojavayê Kurdistanê dike û weku hertim ji bo alîkariyê amade ye.
Silav bo şehîdan, serkeftin bo şervanan û Pêşmerge û vîna bihêz a gelê me.
Îmad Ehmed
Berdevkê Mekteba Siyasî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)