Hejmara şehîdên êrişên terorîstên DAIŞ li ser Kobanê zêde dibe û piraniya birîndaran jî jin û zarokin.
Wezîrê tendirustiya kantona Kobanê Welat omer ji PUKmedia`yê re ragihand: Hejmara şehîdên êrişa terorîstiya DAIŞ bo ser Kobanê gihêşte 267 kes û yê birîndaran jî 293 kesin.
Omer got: Birînda hindek ji birîndaran girane û piraniya wan jî jin û zarok in.
Roja 25/6/2015 terorîstên DAIŞ êrişî bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê kirin û dest bi komkujiya welatiyên bajêr kirin.
PUKmedia