Cîgirê Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Kobanî Îdrîs Nehsan ji Rûdawê re got, ti çekdarekî DAIŞê di nava Kobanî de nemaye
Îdrîs Nehsan her wiha diyar kir ku hêzên YPGê li pey wê grûpa çekdaran digerin ku ber bi başûrê Kobanê ve reviyane.
Nehsan her wiha ragihand ku di çend saetên pêş de dê ew grûpa çekdaran jî were jinavbirin.
Wî rayedarê Kantona Kobanî anî ziman ku ew niha ziyanên êrişa DAIŞê dihesibînin.
Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî Imer Kalo jî bîstekê beriya niha gotibû, tevahiya bajarê Kobanî ketiye bin kontrola hêzên YPGê.
Imer Kalo her wiha gotibû, ti sivîlek di destê çekdarên DAIŞê de nemane.
Rûdaw