Şervanên YPG/YPJ’ê û hêzên asayîşa Kobanê îro 27/6/2015 Nexweşxaneya Meştenûr ji çeteyan paqij kirin.
Li gorî nûçeya ajansa Hawarênewsê, şervanên YPG/YPJ’ê ku ev sê roj in opersyon li dijî çeteyên DIAŞ’ê ldidar xistine û çete di çend noqteyan de dorpêç kiribûn, nexweşxaneya Meştenûr (Dibistana Kurikan ya berê) bi temamî ji çeteyan paqij kirin.
Ajansa diyar kir ku çeteyên DAIŞ ên di dibistana taxa Mor a kobanê de asê mabûn jî xwe teqandine. Her weha şervanan ala YPG’ê li ser avahiya nexweşxaneyê dalqandin.
Opersyona şervanên YPG/YPJ’ê ya ji bo paqijkirina Kobanê dewam dike.
PUKmedia