–( Serokê YNK-S ) bi dizî hatiye Hesekê û keçeke kurd ku ( helbestvaneke erebî nûhatî ye) kiriye seroka şaxekî xwe yî ku bi lez pîşesaz kir li hemberî şaxê hebûyî !!!
– Helbest – wisa hatiye nasîn – dehşika wêjeya kurdî ye, pişt nizme û ser nerme û her kes dikare lê siwar be.
– li Kurdistanê bûm, min pirsa vê xalê ji serokê nivîskarên Duhokê mamosta “Hesen Silîvanî” kir û wî ev bersiv da : ” Kesê bi kurdî nanivîse nabe endamê me ku Selîm Berekat bi xwe be “.
– Ez ji van nivîskarên ( kurd ) re dibêjim : Zekata pera pere ye, û zekata wêjeyê ewe ku tu berî mirinekê berhemekî bi zimanê dê û bavê xwe diyarî zarokên xwe bikî.- Êdî gereke Rêveberiya Xweser zimanzanan vexwîne û bicivîne – bê
partîtî û bê hewedarî – û karê parastin û pêşxistina zimanê kurdî bide ber wan.
– nivîskarê ku doza azadî û demokratî û çaksazî û yekrêzîya kurdî bike jê re tê gotin ” Nuha ne wextê te û van çîrokmîroka ye heval, em di cengê de ne !”
– dibînim ku nivîskar wek jineke avise ku nikare nezê, dareke bergire ku nikare ber negire, guleke bihndare ku nikare bihna xwe yî xweş ji ber ba bigire.
Hevpeyvîn: Xalid Umer
– Di serî de, xwe ji xwendevanê rojnameya “Bûyerpress” re bide nasîn?
Ibrahîm Xelîl ( Hesekê 1972 ).
Wêjeya Ferensî – zankoya Helebê / 1999.
Diploma Perwerdeyê / 2007.
Mamostayê zimanê ferensîme li bajarê Hesekê.
Zivistanî li Tilhecer, ku wê çaxê gundekî piçûk bû, xwedê ez dam. Tilhecr yek ji wan razgotinên ku şkefta dilê min pê ruhnî dibe. Dîmena xaniyên wê yî ax li ku, her buhar, kulîlkên xerdelê zer li serbanan şîn dihatin ji çavên min ta roja îro dernakeve.
Dîmena keçikên taxa me bi kiras û şerpe, ku, her havîn ber êvarî, av bi cadeya me wer dikirin û bi bermalkan her yekê pêş mala xwe rêş dikir, û bayê wê havîna germ li me dikirin sira bayê buharê.
Qencîya bavê min ku govar û rojname dikirrî û dixwend û dûvre datanî ber min wek ku tu sênîka şîr deynî ber pisîkeke piçûk.
Dêya minî ” nîv candirme”, ew jina xurû gundî ku ” Byertê” xiste di buxçikekê de û bi xwe re anî Hesekê. Wê heznedikir ez dest bidim tiştmiştên malê, min jî bi xwe nikarîbû, lewra hema ez diketim devê derî de, bi nîvkenekî ji yên dora xwe re digot : “Waweyzê… va Hosta dîs hat !”, kes di Tilhecer de nizane wek dêya min xeberan bide û navan li mirov bike. Bi hezarên dîmenan di çavên min de veşartîne, ruhniyên trimbêlan, dengê badeyên çayê, hinarên fetiqî bi darê ve, bihna qaşilê xiyaran, perwaneya ku digere, parçê zarokan li ser şiva tirênê…carcaran dipekin ser pelan û dibin çîrokek, helbestek, gotarek dijî nemerdan yan dilopek bîranînê…
Kengî û çawa tu fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bûyî ?
Sala 1988, tevaya kurdên cîhanê badeya jehrê ji destê Seddam vexwar. Nûçeya kîmyabarankirina Helebça û jimara 5000 şehîdan reştirîn nûçe bû wê salê. Tê bîra min wê demê li dibistanê min kaxetek di destê hevalekî xwe de dît, min lê nerî ku va tîpên kurdî û hin nimûne ne. min ew kaxet jê stand û bi xwe re bir malê, û çawa Şampilyon tîpên kevirê Reşîd ji hev vekir wisa min tîp û gotinên wê kaxetê veçirandin. Kurdî wek zimanekî zarekî bi min şêrîn bû û piştî ku fêrî Alfabê ya wê bûm helbet şêrîntir bû.
Çîrok, helbest, gotar, lêkolîn, şano, tu xwe di çi de dibînî ?
Bêtir xwe di karê pexşane de dibînim, hest dibim ku bi asanî pênûsa min li ser pelê ( tilîkên min li ser keyboardê ) digere. Tu dizanî, sirûş ku tê wek sira ba tê, ne di tu qalibî de ye, tenê hişyarî wê dixe di qalibê wê yî guncaw de. Di nerîna min de, berhemê binkeftî binkeftî ye ji ber ku sirûşa wî ne di qalibê xwe yî guncaw de ye.
Ez bi çavekî pirr mezin li helbestê dinerim lewra ez wek çûkekî li qiraxa çemê wê diçim û têm û xwe tê wernakim. Ne helbestvanim lê carcaran şeytanê helbestê bi min dikene.
– Sala 2008, Di mehrecana helbesta kurdî de, tu di komîta nirxandina helbestan de bû, te rewşa helbesta kurdî çawa dît ? Û bi giştî tu helbesta kurdî ya îroroj çawa dinirxînî ?
Helbesta kurdî îroroj ne di serdema xwe yî zêrîn de ye. Mixabin, bêtirî nîvê jimara helbestvanên kurd roja îro bi zimanê erebî tenê dinivîsin, û nîvê din jî yan hawê Cizîrî û Xanî û Cegerxwîn dikin ( yên klasîk ) lê wek sêwîyê ku kurkê bav li xwe ke. Û nîvê din dev d’avêjin wan ( yên nûjen ) bê ku herdu layen berhemên kesên navbuhurî bi hûrbînî bixwînin.
Lê ji van û ji wan, helbestvanin behremend tekatek hene ku ji dil û mil dixebitin ku helbesta kurdî bi pêş bixin, Ehmedê şêx Salih, mela Mehmûdê Sebrî, Salihê Heydo, Ferhadê Içmo wek nimûne, û her bi saya cenabê van kesan dara hêviyê avdayî dimîne.
– Tu endamê komîta nirxandina berhemên endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûrya, beşê kurdî bûyî, di amadebûna kongirê yekem de, te ew berhem çawa dîtin ?
Mixabin ku pirraniya berhemên pêşkêşkirî ne li gor hêviyan bû. bêtirî nîvî helbest bûn ji ber ku helbest – wisa hatiye nasîn – dehşika wêjeya kurdî ye, pişt nizme û ser nerme û her kes dikare lê siwar be. Kêm hebûn roman û çîrok û şano û lêkolîn ji ber ku ji bo afirandina van coreyan mejî û xebateke bê hedan gereke, hest tenê têrê nake.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûrya (YNK-S), ku tu yek ji nifşê wê yî damezrêner bûyî, çima rastî evqas aloziyan hat? Çi hêvî pêk hatin, çi hêvî şkestin?
Derfeteke pirr mezin bû ji me re dema ku lepên rêjîma sûrî li deverên me yî kurdî sist bûn, û yekemîn car bû ku me bayê azadî û serbestîyê kişand. Me xwe da hev û xwest çarçeweke şehrewerî bo nivîskaran çêkin taku nemînin şerpeze û belavbûyî.
Lê mixabin, ji ber ku karekî nuh bû lewra gellek kelem û alozî ketin devê rêya me de. Ya sereke ew bû ku hin ji nivîskarên me li xwe nerîn wek nûnerê partiya xwe li YNK-S, êdî me nikarîbû em nivîskarê reş li tenişta nivîskarê sipî rûnînin tev ku herdu nivîskarin. Hin hatin Yekîtiyê ji bo berjewendiyên xwe yî kesane tê de pêk b’înin, û hin din hatin ji betalî, û hin jî ji wan werê navendeke alîkariyê ye ku şekirê çayê belav dike û gerek para xwe jê hilîne.
Hêvîya me ji YNK-S ne ev bû, ku bibe partîyek siyasî yan peyekê partîyeke siyasî.
Hêviya me jê ew bû ku bi rastî Yekîtiya Nivîskarên Kurd be ne hawêker û paşmayî be ji Yekîtiya Nivîskarên Ereb re. Hêvî ew bû ku çavdêriyê li hemû layenên siyasî bike ne ew bi xwe bibe hevalbend û layengir, ku li nivîskaran bigere û bibîne ne wan ji nebûnê biafirîne, ku rûniştin û civînên wê bo guftugoya berhemên endaman be ne bo nakokî û ristina fen û fûtan dijî endaman be. Mixabin, me bi mejiyekî kevn xwest dezgeheke nuh ava bikin lewra em ta roja îro li dora xwe dizîvirin wek gundîyê dakeve bajêr.
– Çima şaxê Hesekê yê YNK-S, xwe dûrî nakokiyên Yekîtiyê kiriye?, û hemû nakokî protesto kirin e!!?
Ji ber ku şaxê Hesekê şaxekî yekîtîxwaze û belengaze û ne barê hin (partîzan û siyasetkarên) kurd ku di siyasetê de bi ser neketin êdî poşka nivîskaran dan ber ruwên xwe.
Dixwazim xalekê tenê ji van nakokiyan bibêjim : ( Serokê YNK-S ) bi dizî hatiye Hesekê û keçeke kurd ku ( helbestvaneke erebî nûhatî ye) kiriye seroka şaxekî xwe yî ku bi lez pîşesaz kir li hemberî şaxê hebûyî !!!
– Çima şaxê Hesekê yê YNK-S beşdarî mehrecana dûyem a çîroka Kurdî nebûn?
Bi sedema wan nakokiyan bi xwe, me biryarek standibû û daxuyanî pê nivîsîbû ku tu hevkarî wê nebe ku (Yekîtî) ya nivîskaran pêk neyê. Û ji aliyekî din ve, baweriya me bi karekî ku em dizanin nedezgehîye nayê.
– Di nerîna we de, “Nivîskar” kî ye ?
Ez nikarim pênasîneke bê kêmanî bidim, lê dibînim ku nivîskar wek jineke avise ku nikare nezê, dareke bergire ku nikare ber negire, guleke bihndare ku nikare bihna xwe yî xweş ji ber ba bigire. Yê nivîskar dinivîse û yê ne nivîskar tenê diaxive. Yê nivîskar ji xwe ber dibişkive ne bi destê yê çîner, lê yê ne nivîskar pênûseke buha ji sûkê dikirre û li pêş neynikê disekine û biryarê dide : ” Ezê bibim nivîskar “.
– Di nerîna te de, nivîskarê kurd li Rojavayê Kurdistan karîbû, di vê qonaxa dijwar de, destê xwe deyne ser êşa milletê xwe?
Nivîskarê kurd li Rojavayê Kurdistan, çi partîzan çi serbixwe, xwedî sergehe, bi êşa milletê xwe diêşe, û her kes li gor karîna xwe dixebite.
Lê ji ber ku civaka sivîl qelse û nivîskarê serbixwe bê pişte, kêmanî dikeve di karê şopandinê de. Û ji aliyekî din ve, tevgera siyasî ( ku raman û biryar û netewperwerî ji mêj ve kiriye para xwe tenê ) rêyan li ber nivîskar teng dike, û ji millet re dibêje – bi dev û pênûsên nivîskarên xwe yî taybet- :
Gelo nivîskar bi wêrekî nêzîkî hemû mijaran dibe?
Bawernakim, ji ber ku her dem û li cem her kesî sînorek heye nabe xwe di ser re çeng bike, û ez navê hin ( sixêfên siyasî û partîtî) di ragihandinê de nakim wêrekî.
– Çima di bûyerên herî giring de li Rojavayê Kurdistanê pêjna nivîskaran nayê, Kobanê wek nimûne ?
Ez nabêjim pêjna wan nayê lê dengê wan nizme. Îroroj dengê bilind dengê çek û rexta ye, û di çaxin wiha de, helbestvanê ku pesnê serok û çekdaran bide mikrofon tê ber devê wî çiqas helbesta wî kêmxwê be, lê ew nivîskarê ku doza azadî û demokratî û çaksazî û yekrêzîya kurdî bike jê re tê gotin ” Nuha ne wextê te û van çîrokmîroka ye heval, em di cengê de ne !”
– Meha 12/2014, şandeyeke ji “Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûrya” ligel şandeya “Rewşenbîrên Kantona Cezîrê” çûne serdana herêma Kurdistan, tu yek ji vê şandeyê bû, hûn bi çi vegeriyan?
Bi rastî, ew serdan – tev şaştîyên ku tê re buhurîn – di cihê xwe de hat. Ji me re gerek bû, em wek nivîskar, Hewlêr û Silêmanî û Qendîl bi çavên xwe bibînin. Ez pirr dilxweş bûm bi dîtina Kurdistana serbixwe. Ji aliyekî din ve, dilşikestî bûm ji ber ku tu pîşesazî li wir nebû, û hevwelatîyên Kurdistanê bi petrola xwe xwarin û vexwarin û cil û berg û amêrên kehruba ji derve dikirrin.
Derbarê Yekîtiya nivîskaran, piştî ku şandeya me yî hevbeş ji herêm vegeriya, jimarek endamên me yên nivîskaran li xwe nerîn ku ji qonaxa nivîskariyê buhurîne û gihiştine qonaxa rewşenbîriyê lewra ew tevlî” Rewşenbîrên Kantona Cezîrê ” bûn, û bi hev re xizmetê ji rewşenbîriya kurdî re îroroj dikin.
– Wek ku em dizanin, tu pirraniya çapemeniyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê dişopînî, tu çawa zimanê çapemeniya kurdî dinirxînî ?
Pirr jê xweşim, roj bi roj ez dibînim ku kurdî zengîn dibe. Bi ked û xebata nivîskar û rojnamegêrên me yên zik’êş û dilsoz, zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve di kirasê xwe de. Raste ku ta nuha bi hin pirsgirêkên derbirrîn û hawêkarî û rastnivîsê dilikumin lê piştrastim ku rêya me – tev ku sengistane û ne vewejartî ye – rast û diruste.
– Çima ta nuha zimanzanên kurd li Rojavayê Kurdistanê nikarin koreyeke ziman ava bikin ?
Ji ber ku ev ne ji wan tê xwestin. Karê dezgehî li çi welatî nemaze (zimanê netewî ) barê destelatê ye. Îroroj, hikûmeta rêveberîya xweserî xwe dibîne wek destelat û ew îşê xelkê bi rêve dibe di rêya komît û desteyên xwe re, başe, êdî gerek ev rêvberî zimanzanan vexwîne û bicivîne – bê partîtî û bê hewedarî – û karê parastin û pêşxistina zimanê kurdî bide ber wan.
– Tu yek ji wan kesên ku di wergerandinê de kar dikin, gelo çi giringiya vî karî bo ziman û wêjeya kurdî heye?
Giringiyeke zor mezin e. Wergerandin gellek gotin û şêwaz û wêne û awayên wêjeyî yên nuh û nenaskirî derbasî ziman dike.
Milletên cîhanê îro wek ku pesnê xwe bi wêjevanên xwe didin wisa jî jimara pertûkên wergerandî li cem wan cihê şanazî û pesindariyê ye.
Imperatoriya islamî li pêş bû dema ku peynişê wê li gor giraniya pertûka wergerandî zêr dida yê wergêr, û ew herrifî dema ku ximava pertûkên wê yên wergerandî ava Diclê şîn kir.
– Nivîskarin kurd hene ku tenê bi zimanê erebî dinivîsin, ew nivîskar hatin pejirandin wek endam di YNK-S de. Gelo ev biryar dirust bû?
Bê guman, ne dirust bû. nivîskarê ku bi kurdî nizanibe binivîse gerek ew ji ber xwe ve li cihekî ne cihê xwe rûnenê.
Hin endametîxwaz ku tu ji wan dixwazî : ” Mamosta, gerek tu bi kurdî binivîsî “, serê xwe bi payebûn dihejîne û lêvên xwe wek nepoxeke fisyayî diqurmiçîne.
Gelo çi Yekîtîya Nivîskaran li tevaya cîhanê endametîya kesekî dipejirîne ku ew kes zimanê xwe yî netewî nizanibe û pê nenivîse..?!
Tê bîra min dema li Kurdistanê bûm, min pirsa vê xalê ji serokê nivîskarên Duhokê mamosta “Hesen Silîvanî” kir û wî ev bersiv da : ” Kesê bi kurdî nanivîse nabe endamê me ku Selîm Berekat bi xwe be “.
– Lê ew nivîskar dibêjin : “Em kurdin lê me bi erebî xwendiye û em xwe di zimanê erebî de bêtir dibînin û dikarin pê çêtir binivîsin “.?
Nivîsandina bi zimanê kurdî îroroj erkekî netewî ye. Pêşmerge û Gerilla pasevaniya sînor dikin, û nivîskar pasevaniya nasnameyê dike. Ev behaneya ku em li ser erebî xwedîbûne behaneya gawirên Qureyş bû ku digotin : ” Me bav û kalên xwe jî wisa dît dikirin “. Bi ser kulan de, hin hene bi erebî dinivîsin û di nav şaştîyên ziman de noq dibin û ku tu ji wan re dibêjî ” Mamosta, wisa şaşe ” dibêjin : Mamosta, li me negire, ma ne em kurd in ! ”
Ez ji van nivîskarên ( kurd ) re dibêjim : Zekata pera pere ye, û zekata wêjeyê ewe ku tu berî mirinekê berhemekî bi zimanê dê û bavê xwe diyarî zarokên xwe bikî.
Îro em hemû di gemiyekê de ne, heger sewl nebe em li avê bixin û gemiya xwe bidin pêş, destên me hene. Û ku ba nebe emê bi devan pif bakeştê bikin û em bibînin gemiya me bi pêş ve diçe yan na.
– Nivîskara jin di dîmena nivîsandinê de qels û nediyar e ?
Jina kurd di civaka me yî nêrane de zarokekî mezine. Di vê civakê de, derfetên ku bi dest zilaman dikevin bi dest jinan nakevin çi gerr çi xwendin çi kar û çi têkilî, ligel ku barê jinan pirr giran e, anîn û xwedîkirina zarokan, karubarê mêr û malê, û çi jina ku wek jinan neke tu dibînî çawa jin û mêrên civakê ziq di bin çavan re lê dinerin û dibe pistepista wan, qerwelkan li dorê dirêsin.
Di dema kevn de, jinin wêjevan hatine naskirin wek Mah şerefxan “Mestûra” ( 1805 – 1847 ) û di dema nuh de hin qîzên kurd xwe rapêçane û dane ser şopa wê û bi viyaneke xurt hewl didin ku wêjeya milletê xwe dewlemend bikin, navin wek Bêwar Ibrahîm, Narîn Umer, jînda Mihemed, Xunav Kano, Dilşa Yûsif… îro nikilên xwe li hêka civakê dixin û qaşilê wê yî stûr dişikînin.
– Berhemên te yên çapkirî, û yên destnivîs çendin û li ser çine?
Mixabin, yek çapkirî tune ta roja îro, lê yên amade ji çapkirinê re evin :
( Wê çaxê – çîrok bi kurdî )
( yazde şev – çîrok bi kurdî )
( El-Ecrûmiyya – lêkolîn di rêzimana kurdî de )
( Incîla Yûhenna – wergerandî bo kurdî )
( Neige – romaneke wergerandî ji ferensî bo kurdî )
( Siruştên zordestîyê – wergerandî bo kurdî )
( Orientales – çîrok bi ferensî )
( Gorin vala – çîrok bi erebî )
( Şopa lingekî – çîrok bi erebî )
( Helbestên Cizîrî – wergerandî bo erebî )
( Bîranînên Mehemet Şen – ji kurdî bo erebî )
( Dîwana erebî – helbest )
( çar pertûkên gotaran bi zimanê erebî : olî, wêjeyî, siyasî, rexneyên civakî )
ligel ku ev serê çend salan bo ferhengeke êtîmolojî kurdî kar dikim .
– Gotina te yî dawî çiye ?
Zimanê kurdî nîşana kurdayetiyê ye, û her kesê ku îroroj ximava pênûsa xwe di ber de dirijîne bê guman ew ne kêmî wî şervanê ku xwîna xwe di ber sînorê Kurdistanê de dirijîne. Têm herdu destan û bejna xwe ji herdu xebatkaran re ditewînim.