“Di dawiyê de, ez bangewaziya xwe digihênime Tev-Demê û ENKSê: Birano, dostino, hevalino, Kurdino ma em ê ta kengî bi dijmin re alîkar bin, û ji hev neyar bin! Hêvîdar im ku bandora banga Nemir Seydayê Cigerxwîn nêzîk û bi xurtayî li bibê: Ger win/em nebin yek, Winê/emê herin yek bi yek”.!
Dilovanê Deştê
Piştî bidawîbûna Şerê Navnetewî yê Yekemîn û têkçûna Şahinşahiya Osmaniyn, welatê ku di vî şerî de serkeftin hevpeymana Saykis-Pîko bi hev re emzekirin. Li gorî vê hevpeymanê wan sînorine nû danîn, welatine nû ji nû ve bisînor kirin û li xwe par ve kirin. Lê, piştî şerê navnetewî yê didiwê, pir guhertinên mezin di neqşenîgariya cîhanê û sînorên netewî de rû dan. Di encama van guhertinan de hin welat ji dagîrkeran rizgar bûn, mêtîngeh kêm bûn û netewine bindest jî ji zor û setemkariya koledaran azad bûn. Hêjayî gotinê ye ku hin rûdanên din ên balkêş seranserî cîhanê çêbûn û bandoreke xuya û diyar li tevaya cîhanê kir. Weke nimûne, dîwarê ku Berlîn dabeşî du parçeyan dikir, hate hêrifandin. Ji aliyekî din ve, hin welatên yekbûyî weke Çîkoslovakiya, Ogoslaviya, Yekîtiya Soviyetistanê, Sûdan, …. hilweşiyan, û di encaman de welatine nû çêbûn.
Dîroknas û lêkolîneran baş diyar kirine ku miletê kurd yek ji kevintirîn miletên Rojhilata Navîn e, û welatê Kurdistan jî yek ji zengîntirîn welatên vê herêmê ye. Ji ber vê jî ne tenê ew hatibû dabeşkirin, lê belê welatê wî – Kurdistan – jî di navbera çar welatên nû de, Sûriya, Turkiya, Îraq û Îranê de hatibû parvekirin. Piştî şerê navnetewî yê Diwemîn, li şûna ku Kurd wekû neteweke sereke di her welatekî ji van her çar welatan de, mafên xwe yên netewî bidest bixê, mixabin ku rijîm û desthilatdaran pîlanên tunekirina hûnandin, û pilanên şoven û xweperest di derbarê wî de bikar anîn da ku ne tenê wî bê par bikin, lê ji bo tunekirina wî jî.
Hişmend, ronakbîr û rewşenbîrên Kurd di vê rastiyê gihan, û dest bi çalakiyên çandî ji bo hişyarkirina miletê xwe kirin. Van lehengên Kurd dest bi weşandina rojname û kovarên weke “Kurdistan, Hawar, Gelawêj, Stêr”, … hwd, kirin. Di heman demê de, wan dest bi xebat û berxwedana civakî jî kirin, û komeleyên çandî weke Xweybûn, Komeleya xortên Kurd, Komeleya Xwendevanên Kurd, … damezirandin. Yek ji encamên vê xebatê xwenaskirina civaka Kurd, û şiyarkirina hestên netewî bû. Lê, berhema herî mezin û li ber çav di 14ê Hezîrana 1957ê de bi damezirandina partiyeke siyasî bû.
Rast e, Partî Demokratî Kurdistanî hate damezirandin, û bi xebateke siyasî, çandî û civakî, li gor derfet û delîvên berdest rabû, lê mixabin ku ev xebat rastî astenginan hat, nexasim di nav miletê Kurd bi xwe de. Di Tebaxa sala 1965ê de, di bin bandora nakokiyên li Başûrê Kurdistanê ( Kurdistana Îraqê ) de, cara yekemîn parçebûn di vê partiyê de çêbû, û milet jî pê re dabeşî du beşan bû. Partî bi vê parçebûnê lawaz bû, û milet jî hejar û kêmhêvî bû. Di salên pey re, parçebûn pirtir bûn, bêhêvîbûna milet jî pê re mezintir dibû. Bi her parçebûnekê re, dijmin sûdeyên bêhtir jê werdigirtin, zor û setem di derbarê milet de dijwartir dikir û biryarên şoven ên girantir distandin. Bi vî awayî, li şûna pêwîstiya kar û xebata siyasî weke pêdivî û pêdiwîstiyekê ji bo berjewendiyên giştî yên milet, ew ketine bin bandora berjewendiyên kesayet û partiyan de.
Bêguman, van tiştên li jor hatine gotin, lawazî , ferehkirin û kûrkirina bêhêvîbûnê, dûrketin, dilnexweşî û ji hev cudakirin di navbera tevgera siyasî û milet de peyda kirin, û bûne asteng di pêşiya pêşketina doza Kurdî de. Lê, hêjayî gotinê ye ku beşên tevgera siyasî ya Kurdî carina bi hev re kar dikirin û hevrêzî ava dikirin, her car jî sûde jê dihate wergirtin. Di Sûriyê de, du nimûneyên pir balkêş hebûn. Di Avdara sala 1986ê de, û bi boneya pakrewanbûna Nemir Silêman Adê, cara yekemîn bû ku tevger û hemî beşên civaka Kurdî bi hev re kardikirin. Vê hevrêziya wan encameke baş da ku pêşemîn car rijîma setemkar desthilatdar biryarekê ji neçarî distênê. Belê, roja 21ê Avdarê bû rojeke karbestiyê seranserî Sûriyê. Di 1ê Gulana 2004ê de, serokê Sûriyê miletê Kurd weke beşekî sereke ji dîrok û tevina civaka Sûriyê pesend dikê. Ev neçarî jî di bin bandora hevrêzî û yekîtiya miletê Kurd û tevgera wî de bû.
Di derbarê netewa Kurd seranserî Kurdistanê jî bûyerine girîng rûdan, û encamine erênî li ber çav hatine bidestxistin. Serkeftina Hêzên Parastina Gel YPG û YPJ û bi alîkariya hêzên pêşmergan di rizgarkirina Kobanê de, û şikandin û paşvevegerandina hêzên terorîst yên “Da’işê” nimûneke pir xuya û diyar e. Hevkariya Pêşmergan, Gerila û hêzên YPG û YPJ di Şingalê de jî mînakeke newinda û xuya ye. Bi saya vê hevkariyê Şingal û gundewarê xwe rizgarbûn, û beşekî mezin ji miletê Kurd ji penaberiyê vegeriyan cih û warên xwe. Biserketina Partiya HDP di helbijartinên Tirkiyê de bi vî şêweyê xurt jî cihê rêzgirtin, dilxweşî û rûmetiyê bû li hemî beşên Kurdistanê. Ev serkeftina HDP jî bi saya hevgirtina miletê Kurd bû.
Gelo, ev nimûneyên borîn, çi erênî û çi neyînî, bes nakin da em destên xwe têxin destên hev û bi yek dil û bi yek giyanê netewî bi hev re kar bikin! Ma em ji tiştên di demên borîn de derbas bûne tu sûdê wernagirin! Gelo, em nizanin ku neyekrêziya me nîrekî zêrîn ji dijminan re berdest dixê! Yan em vê yekê zanin, lê berjewendiyên kesana me ji hev dûr dikin û nahêlin em bigihine hev!!!
Di dawiyê de, ez bangewaziya xwe digihênime Tev-Demê û ENKSê: Birano, dostino, hevalino, Kurdino ma em ê ta kengî bi dijmin re alîkar bin, û ji hev neyar bin! Hêvîdar im ku bandora banga Nemir Seydayê Cigerxwîn nêzîk û bi xurtayî li bibê: Ger win/em nebin yek, Winê/emê herin yek bi yek!