Rêvebiriya giştî ya hêzên Asayîşê daxuyanek bi bûneya bîranîna salane ya bûyerên Amûdê ragihand, di daxuyanê de hat:
Ji gelê me û raya giştî re:
Di rewşên rojane de li Rojava û guhertinên ku herêm tê de dijî, bi taybetî dagirkirina bajarê Mûsilê ji hêla DAIŞê ve û xetera vê rêxistina tundrew li ser başûrê Kurdistanê û Rojava dihêle ku gelê Kurd û gelên vê xaknîgariyê hewceyî yekîtî û yekrêziyê bin û sazkirina yeknerînê bin di rûyê dijminan û bi taybetî tundrewan de.
Bi hatina bîranîna salane ya yekemîn ji bûyerên bi êş ku li bajarê Amûdê di 27/6/2013an de bûn, di dema ku herêm di êşine kûr de di hundirê şoreşa azadiyê li Rojava û Sûriyê de derbas dibe.
Gelek aliyan dixwest û hîna jî dixwazin ku vê bûyerê û xwîna qurbaniyan bi kar bînin ji bo armanc û berjewendiyine partîtî û teng, bê guhdan li yekrêziya kurdî û aramiya herêmê û bi taybetî bajarê Amûdê.
Em Asayîşa Rojava bangê li hemû aliyên têkildar û berpirs dikin ku li gor çarçeweyên ewlehiyê û ji wan pêwistiya wergirtina ruxsetê ji bo çi xwepêşandanê yan kombûnê re be, ji bo haydariyê li ewlehiya kombûnên cemawerî û rêgirtinê li ber hewldanên xerabiyê. Vekirina doseya Amûdê û neguhdana zagonên ewlehiyê lîstika bi agir e û vekirina deriyan e li pêş pirsgirêkên ku kes nikare raje encamên wan.
Em bangê li hemû aliyên kurdî dikin ku nêtên baş bidin xuyan û bi berpirsyariyeke dîrokî kar bikin ji bo ewlehî û aramiya Amûdê xwediya canê niştimanî û barê berxwedanê.
wergirtina ruxsetan ji bo xwepêşandan û kombûnên cemawerî ji sazî û desteyên têkildar di çarçewa rêveberiya xweseriya deuqrat diyardeyeke şaristanî ye, misogeriya parastina wan kombûn û xwepêşandanan e û riya baş e ji bo hêzên Asayîşê rola xwe di parastina xwepêşandêran de bike.
Rêvebiriya giştî ya hêzên Asayîşa Rojava
21/6/2014
Wergerandin: Hekîm Ehmed