Şalyariya perwerdeyê li Sûriyê, roja şemiyê 21/06/2014an encamên ezmûneyên Seretayî ragihandin, serkeftin îsal giha 74.44an ji sedî.
Şalyarê perwerdeyê Hezwan Elwiz di kongireke çapemeniyê de got ku hejmara şagirtan giha 322902an, ji wan 240383 bi ser ketin û 8 şagirtan pileya giştî wergirtin.Şalyar da xuyakirin ku 17884 şagirtan gihane pileya rûmetê ji ber ku ji 2790î û bêhtir wergirtin ango 90 ji 100î.
Ezmûneyên seretayî di navbera 18 û 29ê meha borî de bûn, bi beşdariya 392 hezar şagirt, li gor ragihandina şalyariya perwerdeyê.
Rêxistina navdewletî Yunisiv jî di meha Êlûna sala borî de ragihandibû ku du milyon zarokên sûrî di navbera temenê 6 û 15 salan de ango 40٪ ji zarokên Sûriyê li derveyî dibistanan mane, bêhtir ji sê hezar dibistan jî wêran bûn.
Tê nîşankirin ku fêrkirina fermî bi rewşên welat binbandor bû.