– Min her digot; eger vegereke mina Amûdê hebe wê di tabûtê de be.
– Demek derbas bû her kes helbestvan bû, niha jî demek tê wê her kes romannivîs be.
– Rast e, ez ne li Amûdê me, lê Amûdê li vir bi min re ye.
– Her ku min çîrokeke xwe dixwend, rexneyeke bi vî rengî li çîroka min dibû: “ Kurteçîroka te bi nefesa romanê hatiye nivîsandin”!.
– Hinek hene tenê li gor sûkê dinîvisînin. Rewaca çi heye berê xwe didin wê. Ji wan weye ku dema sûka romanê hebe, ew jî romanan binîvisînin.
– Libên wê tizbiyê belawela bûn. Min pêncî û neh lib dan hevdu û çil jî windayî man. Roman ji wan pêncî û neh beşan pêk tê.
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan
“Ev Hevpeyvîn Bi Boneya Derketina Romana Helîm Yûsif Ya Bi Navê ” 99 Morîkên Belavbûyî” Hatiye Kirin”.
– Di serî de em dixwazin hûn xwe ji xwendevanê rojnameya “Bûyerpress” re bidin nasîn?
Ez ji hundir ve zarokekî Amûdî me û ji derve ve mêrekî ku çil û pênc sal derbas kirine. Ne ew zarok di hundirê min de mezin dibe û ne jî ew mêr dikare rê li ber derbasbûna demê ya bi lez û çûna ber bi kalbûnê ve, bigre. Di zarotiya xwe de hergav bi du lingên xwas di nav toz û tirabêlka Amûdê de li pey çikçikan, gambelek û çipikên terîsor û xewnên mezin bûm. Niha jî bi dilekî xwas di nav serme û seqema Ewrupayê de li pey her du lêvên azadiyê yên sor, her du çavên rûmetê yên xweşik û hin bermayiyên xewnên biçûçik de me. Heta berî demekê, min her digot; eger vegereke mina Amûdê hebe wê di tabûtê de be. Niha piştî ku çavreşên me, kezîsorên me, tabût şikenandin, hêviya vî mêrê ku zêdeyî nîvê temenê xwe li pey xwe hiştiye heye ku di jiyanê de careke din Amûdê bibîne.
– Kengî Helîm Yûsiv dest bi nivîsandina bi zimanê Kurdî kir, û çima?
Nîvisandina mina bi zimanê Kurdî ji biçûkanî de bû. Ez zarok bûm gava ez li malê hînî xwendin û nivîsandina Kurdî bûm. Yekemîn çîroka mina bi Kurdî “Guhê jêkirî” bû û di kovara Zanîn de, ku di sala 1988 an de li Qamişlo derdiket, belav bû. Wisa jî yekem pirtûka mina bi Kurdî “Mirî ranazin” bû ku di 1996 an de li Stenbolê derket. çima min bi Kurdî nivîsand, ji ber ku ez Kurd im. Tiştê herî xwezayî û normal ew e, ku mirov bi zimanê xwe binîvisîne.
– We bi zimanê Erebî jî nivîsandin kiriye, çi cudahiya nivîsandinê di navbera herdû zimanan de heye?
Nivîsandina bi zimanê Erebî ji bo Kurdekî, ne tiştekî normal e. Wekî mirov ji çermê xwe derkeve. Wisa jî ji xwezayiya xwe dûr bikeve. Deh salên destpêkê ji nivîskariya min, ji ber şert û mercên ku hûn hemû dizanin, pirtûkên min tenê bi Erebî derdiketin. Gava ku li Turkiye û Bakurê Kurdistanê qedexekirin ji ser Kurdî, heta radeyekê rabû, û weşanxaneyên Kurdî çêbûn, derfeta vegera li çermê xwe, li xwezaya xwe û li rewşa xwe ya normal li ber min vebû û ez li xwe vegeriyam. Di baweriya min de vegera li nivîsandina bi Kurdî ji bo me, vegera li rewşa normal e. Lê mesele wilo lê hatiye ku nivîsandina bi Kurdî wekî rewşeke ne normal tê dîtin. Ev jî encama serkeftina pilan, siyaset û pirojeyên dijminên Kurdan e.
– We nivîsandina çîrokê li ku derê hiştiye?
Deh salan min tenê çîrok nivîsandin. Her ku dem derbas dibû, êş mezin dibû pê re jî şewata di kûrahiya rihê mirov de. Ne êşên min, ne jî qêrînên hundirê min nema di kirasê çîrokê tenê de hildihatin. Ez tim dibêjim, ku roman ji bo min mîna avahiyekê ye ku dil û hiş tê de bi cih bûne, çîrok jî odeyeke ji wê avahiyê. Piştî çûn û hatina deh salan di wê odê de, bêhna min êdî teng dibû û pêdiviya derdên dil û fikarên hiş bi cihekî berfirehtir, bi hemû avahiyê hebû. Lê bi avakirina avahiya mezin re, min dev ji oda xwe ya destpêkê jî berneda. Ji ber vê heta niha di ber nivîsandina romanê re, di nivîsandina çîrokan de jî berdewam im.
– Hûn çawa hînî nivîsandina romanê bûne?
Nizanim. Lê di şevbuhêrkên wêjeyî de yên ku me li Helebê, di dema xwendina zanîngehê de, çêdikirin, her ku min çîrokeke xwe dixwend, rexneyeke bi vî rengî li çîroka min dibû: “- Kurteçîroka te bi nefesa romanê hatiye nivîsandin”. Ew rexneya ku dihat dubarekirin çavê min li ser vê rastiyê vekir, ku di nivîsandina romanê de ez ê pêrgî ti zehmetiyên mezin neyêm û wilo jî bû. Romana mina yekem Sobarto bû, ne gengaz bû ku ez karibim wê êşa mezin ya di hundir rûpelên wê romanê de di kurteçîrokekê de kom bikim. Ew roman pijiqandina rih, hiş, hinav, hest û cergê min bû, şewata porê min û serê tiliyê min û şikestina qurmê zimanê min bû. Ji bilî romanê wê ti celebên wêjeyî yên din nikarîba wê pijiqandinê, wê şewatê, wê felaketê di hundirê xwe de hilgire.
– Berûvajî vê jî heye, ku helbestvan yan jî çîroknivîs çaxa têk diçe romanê dinvîse?
Demek derbas bû her kes helbestvan bû, niha jî demek tê wê her kes romannivîs be. Hinek hene tenê li gor sûkê dinîvisînin. Rewaca çi heye berê xwe didin wê. Ji wan weye ku dema sûka romanê hebe, ew jî romanan binîvisînin wê bibin afirênerin serkeftî. Nexasim di nav Kurdan de ku rexnegirî tuneye û xwendevan jî kêm in û hayê kesî ji asta berheman tune ye. Ji bo hin kesan jî têra wan dike ku berî navê wan peyva romannivîs hebe. Ji evên ku helbest dinîvisandin û tiştek ji wan derneket werê ku sûcê helbestê ye û ne yê wane. Ji ber vê bi kêfxweşiyeke mezin berê xwe didin nivîsandina romanê û bi vê yekê têkçûna xwe ya di afirandinê de vedişêrin. Piraniya helbestvanên ku tên romanê dinîvisînin bi vî awayî ne. Îca nema dimînin helbestvan û ne jî dibin romannivîsin baş. Jixwe ev nayê wê wateyê ku ev nirxandin li ser her kesî dimeşe, lê em behsa piraniya nimûneyên bi vî rengî dikin.
– Li ser romana xwe (99 Morîkên Belavbûyî) û naveroka wê ji xwendevanan re hinekî biaxive.
Çirîska yekê ya vê romanê di sala 2002an de, di serê min de, rû da. êvarekê, Kurdekî derdora şêst salî li bajarekî Elmanyayê li kolanê dimeşiya û ji pişt ve bi destê xortekî elman ê ku nû ji hebsê derketibû hat kuştin. 99 morîk jî ew hejmara navên Xwedê ye û hejmara morîkên tizbiyê ye. Ew tizbî evîndara wî ya li Amûdê dabû wî û wî jî bi xwe re hilanîbû. Gava ku ji qama xwe de hat xwarê ew tizbî li şûna se’etê di destê wî de bû. Libên wê tizbiyê belawela bûn. Min pêncî û neh lib dan hevdu û çil jî windayî man. Roman ji wan pêncî û neh beşan pêk tê. Li ser naveroka romanê zêde nizanim çi bibêjim, encex mirov bixwîne hetanî ku naverok zelal bibe.
– Dibêjin ku xewn û xeyal dibin roman, lê tê gotin ku Helîm Yûsiv rastiyê dike roman, Gelo “Rastî” dibe roman?
Ji roja ku min dest bi nivîsandinê kiriye, çi çîrok be, çi roman be, hema hema di hemû berhemên min de du xet hene. Xeta reyalîzmê ku hûrgiliyên rastiya jiyana me ya rojane ne, û xeta din jî ji xewn, fantazî û xeyalê pêk tê. Heta ji min tê ez herdu xetan bi harmoniyeke hunerî bi hev re dimeşînim. Ji bilî wê hilbijartina wan rastiyên em behsa wan dikin pir giring e. Hinek kes newêrin destên xwe bavêjin bin cilikan û tiştên veşartî derxînin. Hinek jî ji ber xwekontrolkirineke exlaqî, civakî yan jî siyasî tiştina bincil dihêlin. Ji bo min, ez bi çavê sisiyan li dora xwe dinerim û dinîvisînim. Mebesta min ji çavê sisiyan ew e, dîtin, derxistin û nivîsandina wan diyarde û kirinan ewên ku hene, lê her kes wan nabîne, yan jî naxwaze wan bibîne.
– Hûn çi ji welêt û çi ji biyaniyê di romanên xwe de dirêsin?
Ji sala 2000 î de ku ji welêt derketime û heta niha hemû berhemên min ên ku derketine hem jiyana li welêt û hem jiyana li derbideriyê û li xerîbiyê di wan de cih digrin. Ev mesele jixwebere û bêyî pilankirin hatiye holê. Ev jî dide diyarkirin bê nivîsandin heta çi radeyê bi jiyana nivîskar bi xwe ve girêdayî ye. Derketina ji welêt ji bo nivîskarekî dikare gaveke erênî be, lê dikare di heman demê de gaveke neyênî jî be. Aliyê erênî ew e, ku dûrketin welat û jiyana li welêt hemuyî dike bîranîn. Di bîranînan de jî her tişt zelal e, pijiyaye û gihiştiye dawiyê, bi gotineke din bêhtir tê dîtin. Aliyê neyênî jî ew e, ku nivîskar mîna darekê ye, gava ku rehên wê darê ji erda xwe bên rakirin, wê ew dar zuha û bê ber bimîne.
– Wek romannivîsekî Kurd, hûn nabînin ku niha destan û efsane çêdibin, û pêwîst e wek ku rojnamevan tên raporan çêdikin, gereke romannivîs jî werin û wan destanan bikin roman?
Ji bo rojnamegeran pêdivî bi hatinê û şopandina bûyerên rojane heye, yana wê nikaribin karê xwe baş bikin. Ji bo romannivîsekî, li gor dîtina min, pêdivî bi beşdariya di van bûyerên rojane de tune ye. Ez cudayiyeke mezin di navbera karê rojnamegeran û yê romannivîsan de dibînim. Wekî mînak, piştî avakirinê, rojnamevanek nikare bê û raporeke serkeftî li ser şer û berxwedana efsaneyî ya ku li Kobanî rû da amade bike. Lê romannivîsek dikare piştî deh salên din jî romaneke serkeftî li ser vê mijarê binîvisîne. Bê guman dîtin ji nedîtinê çêtir e, lê ji bo romannivîsandinê ne şert e.
– We karê ragihandin û çapkirinê jî kiriye, li ser programa xwe ya wêjeyî hinekî biaxive?
Ez berî sala du hezarî ji Amûdê derketim, heta wê gavê her ku me dixwest em şevbuhêrkeke wêjeyî çêbikin, yan em dadiketin qebo ya binê erdê, yan jî bi dizî û li ber siya tirsa ji serdegirtinên muxaberatan çêdibûn. Gava hatim Ewrupayê min dît ku derfet heye di televizyoneke Kurdî ya ezmanî de û ne di qeboyan de û bêyî tirsa biserdegirtina muxaberatan, em dikarin wisa eşkere behsa wêjeya Kurdî bikin. Mîna tîyekî ku here ser avê min dest bi vî karî kir. Yazde salan, di MezopotamyaTV, MedyaTV û RojTV de, bernama mina wêjeyî“Gava sêyemîn” dewam kir. Piştî rawestandina weşana RojTV û heta niha di RonahîTV de bernama mina “Deriyê din” her ji pazde rojan carekê tê weşandin. Destpêk weha bû. Bi demê re çêkirina vê bernamê ji bo min li xerîbiyê bûye mîna pencereyekê ku bêhna min pê derdikeve. Nexasim piştî ku hem ji civaka Kurd û hem ji derûdorên wêjeyî yên Kurdî û sûrî jî qut bûm. Heta niha bi zêdeyî sêsed û pêncî nivîskarî re ji her çar perçeyên Kurdistanê li ser berhemên wan bi wan re axivî me. Vê yekê li ser asta wêjeyî û li ser asta takekesane jî gelek hêz û hêvî da min.
– We li biyaniyê kovara Dîwara derdixist û ew kovar li her çar perçê Kurdistanê dihat belavkirin, çima hat rawestandin?
Yek sedem heye ku heta niha kovareke Kurdî serbixwe û birêkûpêk tune ye, ew jî aborî ye. Li pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê ya 2012an, Agirî Soran ku yek ji evîndarên zimanê Kurdî ye, ji min re got; ku ew ji bo aliyê aborî yê kovarê û ji bo belavkirina wê jî amade ye. Bi vî awayî me lihev kir ku em kovareke temendirêj û bi awayekî profesyonel derxînin. Min xwe da ber edîtoriya kovarê û me bi Cemîl Oguz re jî li hev kir da ku berpirsiyariya nivîsaran bigre serxwe. Herwisa me pilanekî berfireh dabû ber xwe, da ku em li her perçeyekî Kurdistanê şaxekî wê ava bikin. Me deh hejmar derxistin. Ji ber ku rewşa aborî ya Agirî Soran kete tengasiyê, kovara me jî nema karîbû berdewam bike.
– Dibêjin ku Helîm Yûsiv hemû sînoran di nivîsandina Romanê de derbas dike, ev tişt rast e?
Ez nizanim mebesta te bi sînoran li vê derê çiye, lê bi awayê ku ez dinîvisînim sînorên min di nivîsandinê de hunerî û wêjeyî ne. Ji bilî wê û ji bo afirandina deqekî astbilind û serkeftî û bi kûrahiya hest û hişê min re dilsoz be, ez ti sînoran û ti xetên sor nas nakim. Ev gotin rast e.
– Di nerîna te de, xwendevanê romanên bi zimanê Kurdî hene?
Di baweriya min de romana baş wê karibe xwendevanê xwe bibîne. Dibe ne li gor daxwazê be, wisa jî dibe ku romana Kurdî ne layiqî vê paşguhkirin û kêmxwendinê be, lê derûdoreke ku piraniya wê ji xwendekaran pêk tê heye, ku romanên Kurdî dişopînin û dixwînin. çapa yekê ya hemû berhemên min ên bi Kurdî qediyane û niha çapa wan ya duyem derketiye û hinek ji wan jî çapa sêyem e. Eger neyêne xwendin, ew pirtûk hemû bi ku ve çûn?. Rast e, derûdorên xwendina bi Kurdî, ji ber sedemên têne zanîn, sînorkirî maye, lê dema em bêjin xwendevan tune ne, em neheqiyê li wan derûdoran dikin.
– Hûn çima bela xwe li nivîsandina helbestê nadin?
Dema em sefa yazdan bûn, mamosteyê me yê zimanê Erebî helbestvan Cemîlê Darî bû. Pola me dora sîh hebî bûn, ji wan zêdeyî bîst heban helbest dinîvisandin û min tenê çîrok dinîvisandin. Me hemuyan, ji bo nirxandin û sererastkirinê, nivîsên xwe pêş mamostê xwe dikirin. Balkêş bû ku mamoste Cemîl ji hemuyan bêhtir guh dida çîrokên min û vê yekê bêhtir ez bi nivîsandina çîrokê ve girêdam û ji helbestê dûr mam. Ji wê dema destpêkê ve, heta niha ez tenê xwendevanê helbestê me û helbestan nanivîsînim.
– Berhemên Helîm Yûsiv ên bi herdu zimanan hatine çap kirin çend in û çi ne?
– Berhemên min yên ku heta niha bi Kurdî û erebî derketine ev in: Mêrê Avis – Jinên Qatên Bilind ku pirtûkên çîrokan e. Ji romanên min Sobarto û Tirsa Bê Diran, bi herdu zimanan hene.
– Gelo berhemên we, hatine wergerandin, û bi çi zimanan hatine wergerandin?
Ji bilî Erebî û Kurdî berhemên min “Mêrê Avis” bi Elmanî derketiye, “Mirî Ranazin”, “Tirsa Bê Diran” û “Gava Ku Masî Tî Dibin” bi Tirkî derketine. Pênc pirtûkên min li Îranê bo Farisî têne wergerandin û heta niha ji wan “Mirî Ranazin” derketiye. Wekî din wergera “Gava Ku Masî Tî Dibin” ya Ingilîzî qediyaye û sala bê, wê li Ingiltere bê weşandin.
– Gelo romannivîsê Kurd dikare li pey nivîsandina romanê, nanê zarokên xwe qezenc bike?
Ez bi xwe ji bo debara jiyana xwe û ya zarokên xwe karekî dikim ku ti têkiliya wî karî bi wêje û edebiyatê re tune ye. Nizanim li Başûr nivîskarên Kurd ên ku debara xwe û zarokên xwe ji nivîskariyê dikin hene yan na, lê ez ti nivîskarekî kurmancî nas nakim ku karê debara xwe ji nivîsandina bi Kurdî bike.
– Gelo romannivîs ne di nav rewş û bûyerên romana xwe de be dikare wê romanê bi awayekî serkefî binivîse, wek nimûne romana te “Tirsa Bê Diran”?
Dibe hinek nivîskar hebin ku ne di nav bûyeran de bin nikaribin romanên xwe bi awayekî serkeftî binîvisînin. Lê ji bo min nivîsandin bi giştî û ya romanê bi taybetî meseleyeke hundirîn e û girêdayî şewt û jana giyan û rihê min e. Hin tişt hene, mîna diya mirov, mîna welatê mirov, ew bi mirov re dijîn. Ez diçim kuderê welatê min di bin çengê min de ye. Rihê dayika min jî her gav bi min re dijî. Ez li Elmanyayê dijîm, lê dikarim niha bi rehetî li ser bûyerekê ku duh li Amûdê qewimiye binîvisînim. Rast e, ez ne li Amûdê me, lê Amûdê li vir bi min re ye. Bûyerên serhildana Qamişlo kêlîk bi kêlîk, seet bi seet, me şopandin. Belkî ji kesekî ku li wir dijî jî bêhtir. Şer û berxwedana Kobanî kêlî bi kêlî, gav bi gav, me şopand û têkiliya mina hema hema rojane bi hin şervan û kesên di nav bûyerê de bûn re, hebû. Hîn di dema şer de, min û hin kesên li Kobanî dimînin, me bi hev re meteryalên romanekê amade kirin û min beşekî baş jê nivîsandiye. Ez dikarim li ser her agirê ku serê tiliyên min bişewitîne binîvisînim. Ew agir bela li Efrîqya be jî, madem ku dikare vê volkana nivîsandinê ya di hundirê min de razayî şiyar bike, ez ê karibim li ser binîvisînim. Romana mina “Tirsa Bê Diran” jî bi vî awayî hat nivîsandin. Romannivîs ne mamosteyê cografyayê ye û ne jî endezyarê kolanan û divê wan bipîve, da ku bê li bajarekî bigere heta ku li ser binîvisîne. Romannivîs avakarekî rûhanî û endezyarekî hestan e.
Gotina Dawî …
Rojekê ji rojan xewneke min bû ku li Amûdê yan li Qamişlo em karibin kovarekê yan rojnameyekê bi Kurdî derxînin. Sipas ji bo ewên ku jiyana xwe dan û zemîna vê xewnê bi xwîna xwe li ser vê axê amade kirine û sipas ji bo we jî ku hûn vê xewnê cihbicih dikin.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha:
1-Mêrê Avis –Çîrok – 1991
2-Jinên Qatên Bilind – Çîrok – 1995.
3-Mirî Ranazin – Çîrok – 1996
4-Sobarto – Roman – 1999.
5-Memê Bê Zîn– Çîrok – 2003
6-Tirsa Bê Diran– Roman – 2006
7-Gava Ku Masî Tî Dibin – Roman – 2008
8-Romana Kurdî -Lêkolîn- 2011
9-Ausländer Beg –Çîrok- 2011
10- 99 Morîkên Belavbûyî – Roman – 2015
Ev hevpeyvîn di rojnameya “Bûyerpress” hejmara (20) 1.6.2015 de hatiye weşaandin.