“Ev Bahoza raperîna Sûriye derbasî sala pêncan dibe. Gelo çi kirin?!!.. Çi dixwazin bikin..?! berê wan bi ku ve ye?!.. em tev di mij û gumanan de hiştine.. tu tiştekî diyar û zelal nîne. Em li ber bahoza narevînê dijîn..!! Pêwîst e, Qamişlo cihê biryara ramyarî ya rojavayê kurdistanê be. Pêvajoya herêmê heta radeyekî mezin li bin bandora pêvajoya navdewletî daye”.
Dilawerê Zengî
Di rojhilata navîn de, Kurdistan welatekî pir bi serxak û binxaka xwe ve dewlemend e. Yek ji çavkaniyên sereke û mezintirîn yedegê neftê yê paşarojê çavkaniya xwe Kurdistan e. Her wiha axa wê ya çandinê û hebûna çavkaniyeke zêdeyê av li Kurdistanê de, hemû dewlemendiya axa Kurdistanê nîşan didin. Ji ber wê yekê Kurdistan herdem cihê çav lê birîna hêzdaran bûye û xala bi yekdadana hêzên berfirehxwaz û bazinxwazan bûye, ku axa wê dagîr bikin. Kurdistan welatekî perçe perçekirî û dagîrkiriyekî navdewletî ye. Rewşa Kurdistanê ya îroyîn li tevahiya perçeyên dagîrkiriyên xwe de (Turkî, Îran, Îraq, Sûrî, Oris) li ruyê xebata siyasî , dîplomasî, sazdan û karê şoreşgerane û hewldana ji bo pejirandina desthilata şaristaniyane û serdemiyane gelek ji carên berê pêşveçûyî û geştir e.
Îro, li Bakurê Kurdistanê ev guhertinên ku li Tirkiyê rûdane li bin bandora pêşveçûna xebata neteweya me li wê beşê welat pêkhatine. Eger siyaseta niha ya Tirkiye, demkî û taktîkî jî bibin girîngiyekî xwe ya siyasî û taybetî heye. Ji ber wê yekê Tirkiye, li dema derbasbûyî de bi hemû awayekî înkara hebûna neteweya me dikir. Pêşveçûna xebata neteweya me ya li Bakûrê Kurdistanê li ser hemû astekî daye. Pêwîste bi çavekî rêz ve li kar û xebata neteweya xwe ya li Bakûrê Kurdistanê temaşe bikin û bi wan pêşveçûnên tevgera rizgarîxwaza neteweya me li wê beşê welat dilşa bibin. Li heman demî de hevkarî û piştgîriya xwe ji bo xebata neteweya me ya li wê beşê welat rabigihînîn û kar û xebata wan bilind binirxînîn û ji bo bi destanîna mafê rewayên gelê Kurdistanê û şermezarkirina siyaseta faşîstaneya rejîma Tirkiye ku dijî neteweya me encam dide.
Li Rojhilatê Kurdistanê Sistî kar û xebata vî beşa welat de wiha kiriye ku helwest û nêrîna rejîma dagîrkerê Îranê li beramberî neteweya me her wekî xwe bimîne û berdewam be li dijayetîkirina neteweya me û mafên me yên rewa nas nake. Rêjîma Meleyan roj bi roj hartir dibe, her dîmedên bi darvekirina xortên kurd yên azadîxwaz bi çavên serên xwe dibînin. Rêjîmeke setemdar û xwînmij e, bê şerm û rêzdariyê bide tu mafê mirovan. Îro, derfet hatiye ku tevgera azadîxwaz û hemû partî bi hev re, bi yekdest û yekeniyê bi vêxistina agirê ronaka azadiyê bi destê Ferînaza gorbuhiştî re xebateke rasterast bête kirin. Pêwîste hevkarî û piştgîriya xwe ya tevahî ji bo xebata neteweya xwe ya li Rojhilata Kurdistanê rabigihînin û hêviya pêşveçûn û serketina wan bixwazin û daxwaz ji tevahiya Kurdistaniyan bikin ku hevkar û piştevanê kar û xebata neteweya me ya li wê beşa welat de bibin.
Kurdistana Sor mebest li wê beşa axa Kurdistane ku ketiye bindestê Ermenîstan û Azerbaycanê. Pêwîste vê beşa Kurdistanê bi beşekî nebiriyê axa Kurdistanê bizanîn û piştgîriya tevahî li rêbaza çandî û xweparêziya neteweya xwe ya li vî beşê Kurdistanê bikîn. Li paşarojê de daxwaz bikîn ku ev beşa Kurdistanê jî vegerê ser axa Kurdistana mezin.
Li Başûrê kurdistanê ji bo zêdetir pêşvebirina wê pêwîstî bi awayê birêvebirinê bibe sîstematîk û dadmendiya civakî li ber çav bê girtin û gendelî bê rakirin û girîngiyeke mezin bi xort û lawan û jinan û kesên şareza bê dayîn. Pêwîst e, pêşveçûna dezgeh û saziyên Hikumetê. Bi taybetî li vê qonaxa hestiyar û çarenûssaz de.
Li Rojavayê Kurdistanê Bahoza şoreş û raperînên welatên Erebî gihîştiye Suriye û heta niha jî gelê Suriye li şoreşa dijî rejîma xwînrêjiya Esed de berdewamin. Bêdiro! paşarojeke nêzîk de rejîma xwînrêjiya Suriye dirûxe. Ji bo wê yekê bi girîngî dizanîn tevahiya hêz û aliyê siyasiyên vî beşa welat yekrêz û yekdeng bin û bi pêkve kar bikin û xwe ji gengeşeya hizbayetî û partîtîyê dûr bigrin. Nîrê demê ji wan re hatiye, lê heyfe bi tevayiya tevger û partiyên hene ne amade ne, ne li gorî asta dem û qûnaxê ne. ne xwedî tu piroje û tu rêbazane. Ev Bahoza raperîna Sûriye derbasî sala pêncan dibe. Gelo çi kirin?!!.. Çi dixwazin bikin..?! berê wan bi ku ve ye?!.. em tev di mij û gumanan de hiştine.. tu tiştekî diyar û zelal nîne. Em li ber bahoza narevînê dijîn..!! Li ber bayê pêlên hevbendên kurdistanî û siloganên wan têne givaştin û pûç kirin. Heyf e, birayên me yên Kurdistanî giwîzên berjewendiyên xwe li ser stû û çogên me dişkînin. Wekî her demê, em gurbana berjewendiyên wan in. Em komirê agirên şoreş û tevgerên wan in. Bê ku kesayetiyeke me hebe yan em xwediyê biryara çareserkirina pirsa xwe bin. Her kes destwerdanê di kar û xebata me de dikin. Pêwîst e, Qamişlo cihê biryara ramyarî ya rojavayê kurdistanê be. Pêvajoya herêmê heta radeyekî mezin li bin bandora pêvajoya navdewletî daye. Ji ber wê yekê guhertin, bûyer û rûdawên navdewletiyan bi awayeke rasterast yan nerasterast karvedana xwe li ser cihên dinê cîhanê de dibe. Em karvedan hinek car bi erênî û hinek car jî bi neyînî dibe.
Pêwîstî bi xwe amadekirina Kurdan li ser asta neteweyî ji bo sazkirina Kongreya Neteweyî li vê demê de gelek heye, bi taybetî ji bo dariştina stratejiyekî neteweyî ya tevgera rizgarîxwaza nîştimaniya Kurdistanê hêvîdarin ku Kongreya Neteweyî seranserî û ji bo tevahiya hêz û aliyê ramyariyên hemû beşên Kurdistanê û Kurdên Asyaya Navîn û Kurdên Lubnan û Urdin û saziyên civaka sivîl û kesayetiyên serbixweyiyan bê û karekî wiha bê kirin ku bi kirdarî Kongreya Neteweyî be û bi tenê nebê Kongreya Partiyan. Pêwîste li vê kongreyê de bi berçavgirtina taybetmendiya her beşekî Kurdistanê stratejiyeke neteweyî yekgirtî ji bo qonaxên paşaroja xebata gelê Kurdistanê bê dariştin û encûmenekî neteweyî dabimezrê û peymanekî neteweyî ji aliyê beşdarvanan ve bê îmza kirin ku têde şerê Kurd kuştin bê qedekirin û sizakirin.
Çavkanî:
–Xefûr Mexmûrî. Rewşa siyasiya Kurdistan, herêm û Navdewletî. (Raport).
-Ismaîl Omer (bavê Şiyar). Raportek mehane.
Ev gotar di hejmara(20)1.6.2015an ya rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin.